SERHILDAN E

R-Kurdaxî

Dilê Kurdaxê lêdide
Xwîna ciwanên wê
Gangilîkên sorîn
Diyrî newrozê dike
Dengê azadiyê
Biliiiiiiiiiiiiiiind
Bilind difirîne
Li ser bazkên
Pekrewana  dinûjîne

Newrozeke nû li dar dixîne
Efrîn  xwa  diyarî azadiya Qamişlo
Dike..
Li kolanên wê
Raperineke gelêrî
Serhildaneke dîrokî
Berxwadaneke netewî
Qîrîneke yekbûyî
Bîhneke lihevkirinê
Jê tête der
Bilind dibe
Dilê kurdaxê
Xwa di gewda Amûdê de
Diçîne
Efrîna min…nexemgîne
Jêdera pekrewana  ye
Newrozê bi xwîna ciwanên
Welathez av dide
Reqis,stran û dîlanan
Dike
Serhildan
Sorgulistan
Efrîna min
Perwana azadiya min

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…