DIJMINAYETIYA KURDAN.. ÇIMA ?!

  Sernivîsa rojnameya DENG* 

    Geflêxwarina Turkiyê ji herêma Kurdistana Êraqê re, bi behaneya «Partiya Karkerên Kurdistan», di paşila xwe de gellek armancan vedişêre, wek: kêşeya Kerkûkê, û federalîzmê, û mafê gelê kurd di çarenûsîna xwe de.. tevî ku doza kurd li rojhelata naverast dozeke democrat e û li gorî peymanên navdewletîn û mirovane ye.

   Belê , ev geflêxwarin, dikeve warê alûgor û tirsandinê ji bo pêkanîna hindek armancên siyasî û aborî, yên ku bikartînin berjewendiyên bazirganên cengê û deselatê di organîzeyên deselatdar de li Turkiyê, û him jî dikeve warê derxistina astengiya hundirîn ya rijêma Turkiyê.
   Ji wê zêdetir , helwesta serokkomarê Sûriyê hat di serdana wî ya li Turkiyê de, ew helwesta ku li dijî peymana danêşgeha dewletên ereb e, û li dijî yaseya navdewletîn e, û li dijî gelê kurd e li hemî parçeyên Kurdistanê.. Belê, ew helwesta hat li gorî rewşa astengî û tenhatiya ku rijêma Sûriyê xwe xistiye hundirê wê, û li gorî siyaseta şovenîst a ku ev rijêma bikartîne li dijî gelê kurd bi tevayî û li dijî milletê kurd li Sûriyê bi taybetî..
      Di  vê  kurtegotarê  de  em dixwazin çend xalan dupatbikin:
– Ev geflêxwarin , dijminayetî ye ji gelê Kurd re, û ji federalîzma herêma Kurdistana Êraqê re.. Loma, ji gelê Kurd û tevgera wî ya netewîn tê xweztin ku ha ji xwe hebe û amade be li hemberî pilanên  ku dijîtiya hebûna wî dikin, û dijîtiya projeya federalîzma herêma Kurdistana Êraqê dikin.
– Projeya federalîzma herêma Kurdistana Êraqê, ne tenê kurd xwediyên wê ne, belê hemû hêzên aşitîxwaz  û  azadîxwaz   li  devera rojhelata navîn xwediyên wê ne, û ji wan hemiyan tê xweztin ku bisekinin li kêleka kurdan, û li dijî pîlanên nijadperestên vê deverê bi giştî, û geflêxwarina Turkiyê bi taybetî.
– Civîna ku dê li Stenbolê pêkwere di destpêka vê meha Novemberê de, jê tê xwestin ku bigihêjê encamên durist û bersa.. ew jî di niherîna me de têne kurtkirin bi devberdana rijêmên nijadperest ji pîlan û siyasetên xwe yên berê li hember kurdan, û  vekirina   rûpeleke   nû   li   ser bingeha yekîtiya helbijartî û hevbeşiya dadmend di navbêna milletên deverê de. Û divê ew bizanin ku neçareserkirina kêşeya kurd dê encamên nebaş bide berjewendiya hemî gelên deverê.
    Ji hemî dewletên devera rojhelata navîn tê xweztin handana çareyeke aştiyane bikin ji bo doza kurd, bi lêkolîna li peyî çareyên dadmend, di riya hevdîtin û giftûgoyê re, li ser bingeha niherina ku gelê kurd dibîne wek beşekî bingehîn ji mejû û ayindeya vê deverê, û pêkanîna mafê çarenûsînê ji vî gelî re dê encamên baş bide ji bo berjewendiya hemî gelên deverê, û di hemî waran de.
—————
*
DENG : Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê. (hijmar 87- novembera 2007ê)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…