Malbata Yezidi
Bedranê Brahîmê Xidirê Yezîdî Roja 30/7/2007, li bajarê Serêkanîyê kiras guhert û xwe spart dilovanîya Yezdanê Mihrîban.
Bedranê Brahîmê Xidirê Yezîdî Roja 30/7/2007, li bajarê Serêkanîyê kiras guhert û xwe spart dilovanîya Yezdanê Mihrîban.
Êşa wendakirina gorbuhişt Bedran, malbata Brahîmê Xidir e Yezidi, dost û heval û hogir û herkesê ku em nas dikirin bêsînor xemgîn kir.
Gelê me yê bajarê Serêkanîyê û der û dorê, Kurd û Ereb-musulman, fileh û yezîdî/ yên ku karîbûn xwe gihandin cihê behîyê beşdarî vê êşa gran bûn û xemgînîya me parvekirin. Yên ku destên wan nedigihîşt ku xwe bigihînin Serêkanîyê, bi saya ragihandina hemdem, internet, faks. û e-mailan, partî, rêxistin malper û kesên dilsoz û dilxwazên dostanîyê em bi tenê nehiştin, bi dilovaniya xwe bi rêya ragihandinê êşa me bi me re parvekirin û derdên me bi me dane jibîrkirin, êşa me siviktir kirin.
Em bi navê Malbata Brahîmê Xidirê Yezîdî: Spasîya wan rêxistin û malbat û kes û dost û heval û hogiran dikin ku di rojên tengî û talîyê de em bi tenê nehiştin û bûn hevparê xema me. Mala we tevan ava be.

Ji we û kes û karên we re temenekî dirêj, bi saxî û zînde, Ji yezdanê Dilovan dixwazin ku mirîyên me tevan bi buhişta xwe ya berîn şad bike.