BEHÎNAME

Serxweşiyek vekirî ji gelê Kurd, malbet, mirov û hevalên nemir, têkoşer Edîb Îbrahîm (bavê Pêşrew re)

    Dr. Ebdilmecît Şêxo

Li ber destê vê sibê, hevalê dilsoz kek Ferîd Xoce ez bi koçkirina dawî ya hevalê min Edîb agahdar kirim, min tavildanê di dilê xwe de got; hey wex, min dixwast îro  carekê bi wî û diya Pêşrew re bipeyvîma, lê  sed carî mixabin daxwazî û hêviya min bi giyana wî re  pakrewan bû .
Min navbera maweyekê û maweyekê bi hevalê xwe re deng dikir,  tevî min zanî bû ku rewşa wî pir xerap e, ewî nikanî bû  bi zelalî û rind bipeyviya, lê dîsan min bi mebest bi wî re ser rewşa Kurdistanê  deng dikir, ewî jî bersiva min mîna mirovekî ne pir nexweş û bi hêviyên geş dida min, lê min dizanî ku tenderusta wî giha ye kîjan pileyê, lewra jî, çavên min pir caran di ber axiftinê  re dilop diherikandin, eger ez germtir di bûm, min yekser digote wî, keko! ez kanim bi xûşka Leyle re(diya  Pêşrew ) re deng bikim, bi vî awayî min ne dixwast hevalê xwe pirtir bêşînim û hestên wî yên nazîk bixermişînim.
Ez nikanim di vê kurte serxweşiyê de li ser hevaltiya xwe û nemir Edîb ya ji sala1969 an de destpêkiri bû  bipeyvim, serboriyên me bi hev re gelek in, ez nikanim bi ferehî û kuranî  hestên xwe hûnim zimên, ez niha bi zimaekî melul û dilekî şikestî  çend peyvên xwe di vir de rêdixim. Pirsgirêkeke din, pir  min dêşîne, ku ez ji ber sedem û rewşa malê nikanim herim  silava dawiyê bidim hevalê xwe û ramusanekê di dilê xwe de biçînim.

Ez hezar carî lêborînê ji hevalê xwe nemir dixwazim, ez hezar carî lêborînê ji heval û gelê xwe dixwazim, ku ez nikanin îro û siba  û du sibe bi Pêşrew, Zeredeşt, diya  Pêşrew û hevalên xwe re  firmêskên  hevaltiyê, birayetiyê, û hezkirina 40salî bibarînim.Ez ji dur û pir ji dur de çavên  hemûyan radimusim, û dibêjim birayê min  Edîb nemirî ye, ewa di dilên me hemûyan de zindî ye.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…