Xewina ne xewin

Mihemed Ebdê

Di  xewneke kûr û bê dengî de
Cîhanê xwe di veşart
Di pişt wê bêdengîyê de

wê cîhanê jixwe şerm nedikir!
Ku didît welatê min di nav xwînê de noq dibû
Û fedî ne dikir
Di xwena min de asîman şev bû, bê dengî bû.
Di xwena welatê min de roj bû
Ronahîya kujtaran bû
Rewatîya mrinê û xwînmijan bû
Şewata dilê dayan bû
Fêrmiska çavên bavan bû
Qîre qîre mendalan bû
Min didiît kesên gunehkar ken li ser lêvên wan winda nedibû
Û kesên bê sûc di bin barê gunehan de diman
Û sitêr dibûn çirûskên agir,li ser serê wan de,di weşîyan di werivîn
Û maf dibû hevalbendê gunehkaran
peylan di hûnand dijî perîşan û hejaran
Û dadgeh dibûn dojeh dergehên xwe vedikirin li ber xwedî mafan
Û kujtar dibû para mendalan
Û dayîkin ku têr ne dibûn ji dîtina mendalên xwe,
Û mendalek li ber serê daiyka xwe disekin e
Dixwaz e daiyka xwe ji bê dengîyê şiyar bik e!
Û li ber dengê girî û îska îska vî mendalî
Ji xwe çenbûm û veciniqîm?
Û bi çenbûna xwer e kêf û şahîyê xwe avêt dilê min
Min got: baş e xwene!
Lê mixabin di welatê min de
bê goman
bê goman,
xerabtirr û mestir e?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…