Ezbenî Ji Wan Re?! Ewên Ku Nameyên Xerab Bo Min Dişînin

Konê Reş

Ezbenî!
Carna tu nizanî çima  şerê te dibe; şerê dêmê te, navê te, navnîşana te û ta bi şerê livandina te dibe.. Hewildidin ku te bikin yekî din… Duristiya baweriyên te biguherînin û te bikin rewrewk.. Û da ku te bikin wek xwe şerê duristiya te dikin…

Pêwîste tu bi wan re bikene.. Temenê derewan kin e, çendî ew derew û xapên xwe xweşik û rindik bikin, rastiya her tiştî piştî pêlekê derdikeve, belû û eşkere dibe.. Bi gurnije bi wan re ezbenî bi gurinje, yê bi serketî tu ye, te xew li wan herimandiye ta ku wiha nameyên xerab bo te dişînin..
*          *          *

Ezbenî! Tu di bin çavan de yî! Xerab zerevaniya te dikin, hewil didin ku li pêş pêlên te yên gur bisekinin.. Ma gelo keviz dikare bibe beden ji deryayê re? An rewrewk bibe ewir di asman de? Ezbenî! Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike..
Guh li wan neke, kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibirre..
Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Ne xeme Ezbenî! Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin, ji wan werê werîsê wan dirêje, dikarin li her derê bigerin û kes wan nasnake.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe bidûr dikevin û çendî dûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, tu bi wan bikene..

*          *          *

Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin.. Ezbenî! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweş zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye.
Gelo te bihîstiye rindekî şerê xerabekî kiriye?!
Ezbenî! Çendî ewir reş, spî û tarî be nikare heyvê veşêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..

*          *          *

Ezbenî! Ew nexweş in, ne azad in, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweşiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin, kesî şerê mirovê nesax û reben nekiriye.
Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavê xwe, ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te..

Ezbenî! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye.. Bi gurinje ezbenî..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...