Pirs

 Brahîm Mehmûd

-1-
Min ji Xwedê pirsî tu kiyî?
Bersiv da: Ji mirov bibirse
Min ji merov pirsî tu kiyî?

Li  dora xwe nêrî
-2-
Min ji asîman pirsî kanî steyrikên te
Bersiv da: Mjn ew xistine xew de
Û heyv şiyartiyê li wan dike
 
-3-
Min ji deryayê pirsî çima tu ewqasî firehî?
Berê xwe da çem
Min ji çem pirsî çima tu ewqasî dirêjî?
Berê xwe da kaniyê
Min ji kaniyê pirsî  tu çiyî?
Ji binê xakê xwe derkir
Ez bi ser ketim

-4-
Min ji rê pirsî çima tu ewqasî rastî?
Bersiv da: Ez adrêsa  rastiyê me
Min ji xaçîrokê pirsî çima tu wihayî?
Bersiv da: Ez pêşgotina rêya rastim

-5-
Min ji avê pirsî çima tu ewqasî nermî?
Bersiv da: Daku ez bikarim bilivim bêtirirîn
Min ji lat pirsî çima tu ewqasî giranî?
Bersiv da: Daku ez cih bigrim

-6-
Min ji şêr pirsî çima tu ewqasî bi sawî?
Bersiv da: Ji yên dora min bibirse
Min ji rovî pirsî çima tu ewqasî xwe ditivtivînî?
Bersiv da: Vexwendinên min pirrin

-7-
Min ji devekî pirsî çima tu ewqasî vekiriye?
Bersiv da:Ji ziman bibirse
Mjn ji ziman pirsî çima tu ewqasî ji derveyî?
Bersiv da ; Ji  hundir filitiye
Min ji çavekî pirsî çima tu ewqasî vekiriye?
Bersiv da: daku xwediyê min ne lukume

-8-
Min ji gêrkê pirsî çima tu bi fîl re yî?
Bersvi da: Ez rêbera wî me
fîl ji kena lal bû

-9-
min ji derziyê pirsî çima tu qul hûrî?
Bersiv da:Ev daxwaza taaye
Min ji taa pirsî çima tu ewqasî ziravî?
Bersiv da:Ev mebesta dirûtinê ye

-10-
Min ji pênûsê pirsî tu kiyî?
Bersiv da: Ji destê ku min digre bibirse

-11-
Min ji piştekê pirsî çima tu ewqasî xûz bûyî?
Bersiv da:Ez bin barê sîngê me

-12-
Min ji sîkê pirsî çima tu ewqasî xwe dugherî?
Bersiv da: Ez wêneyê xwediyê xwe me

-13-
Min ji xwe pirsî ez kîme?
Ta niha min bersiv  nedî!!!!!

-14-
Min ji pirsê pirsî çima tu pirsî
Bersiv da:Daku ez deriya vekim
Min ji bersivê pirsî çima tu bersivî?
Bersiv da: Daku ez deriya vekirî bihêlim

-15-
Min ji Kurdekî pirsî tu kiyî?
Pirs û bersiv li hevketin
 kurdê min di nîv de maû
min  careke dî ji xwe pirsî  ku kîme ez?

Ez ji hev belav bûm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…