Di vê civîn de ku ew bi xwe berdewamiya kar û xebata rewşnebîr û çalakvanên kurdên Êzdî ya sala bû, û piştî danûstandinên berfereh ku ji aliyên beşdarvanan ve li ser şûreşa Sûrî û rewşa Kurdan bi giştî û di nav de Êzdî hatin kirin, beşdarvanan biryara damezdarndina Encumena Êzdiyên Sûrî (E.Ê.S) sitand.
Hêjayî gotinê ye ku di vê dema bûrî de komîteya birêvebir pir bi çalakî xebata xwe birêvebir û dikarîbû di demeka kurt de danûstandin û têkiliyên xurt û pirên baweriyê di naverba xwe û jimarek mezin ji hêzên siyasî yên Kurdî û Erebî de ava bike.
Em di wê baweriyê de ne ku tevaya hêzên siyasî û tevaya damûdezgehên mafên mirovan û civata sivîl li sûrî û jidervayî sûrî bi hemî reng û dengên xwe ve bi zilim û zora ku li Êzdiyên Sûrî bûye û dibe baş agahdar in.
Lê em di wê baweriyê de ne jî ku bi anahiya xwedê û xortên şûreşa azadiyê li sûrî û tevegera azadîxwaza gelê kurd û hêzên demuqratîxwaz yên Erebî ku ji îro û pêve wê êdî nema kesek mafê me yê netewî, olî, civakî û siyasî binpê bikê, û me wek hemwelatiyên dawiya pêpelûkê bibîne.
Ji destpêka şûreşa Sûrî ve me wek Encumena Êzdiyên Sûrî helwesta xwe di derbarê çend xalên giring û pêwîst de eşkere û zelal kir ku ew jî ev in:
2-Em bi rûxandina rêcîma Diktator re ne, û dibêjin roja azadiyê nêzîk bûye.
3- Em ê danûstandinê bê awarte û bi heman pêr û mêzênan bi tevaya hêzên siyasî yê welatparêz û demuqratîxwaz re li sûrî bikin.
4- Em hêvî ji hemî partî, hêz û rêxistinên Kurdî li Sûrî dikin, ku rêzê li tayîbetmendiya ma ya olî bigrin û ne wek giyanekî biyan li Encumena Êzdiyên Sûrî binerin.
5- Em ê bi hemî hêza xwe piştgiriya helwesta yekgirtî ya tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrî di derbareya çareseriya pirsa Kurdî de bikin.
Xwîşk û birayên hêja,
Êzdiyên Sûrî yên ku li Elmaniya û Ewrupa dijîn,
ji bo nîqaşkirina van mijaran û gelek mijarên din yên ku bi hebûn û çarenûsa me
ve girêdayî ne, em we hemiyan bê awarte û bi dilekî xweş vexwendî Kongireya Êzdiyên Sûrî dikin.
33602 Bielefeld
Dem: 10.03.2012
Demjimêr: 12.00 an
Ji bo têkilî û danûstandinan
Tel: 0157 74 94 26 29
Tel:0172 45 00 736