Girkê-legê /çarşem/22/2/2012/ demjimêr 12 ê nîvro: îro li bazargiha girkê-legê rê û resmên pêşwazîkirina pakrewanê leheng –NISREDÎNÊ BIRHÎK- bi xwepêşandanekê ji dora 5000 hezar kes hat wergerandin li dijî pîlangêriya zincîra terorkirinê û bi tundî hat riswakirin, û bi gul û wêneyên pakrewanê kurd û şoreşa sûriyê koma zêwa ya folklorê kurdî serkêşiya xwepêşandanê kir .û bi duruşmeyên gel dixwaze rejêm birûxe , bijî yekrêziya gelê kurd , pakrewan namirin , bijî biratiya kurd û ereb , û çend duruşmeyên dî ew xwepêşandan bi rêveçû ,
paşê bi xweragirtineke suxte li ber sira dem û zivistanê li çelaxe pêşwaziya pakrewan û karwnên yawer ji dost , heval ,…, çîn û twîjên civakî, siyasî û rewşenbîrî kirin , û li dora 8 ê êvarî li gundê kevrê-dena hate bixakspartin , paşê çend gotin liser gorna pakrewan hatin xwendin : gotia encûmena niştîmanî ya kurd ji aliyê m. Simayîl hemê ve hat xwendin , gotina partiya demokrat a kurd li sûriyê (elpartî) ji aliyê m. Behzad dorsin ve hat xwendin , û çend gotinên dî ji aliyê rêxstinên partî , malbat , hoz û hevrêzên kur û ereb ,.., di gel birûskan ve hatin xwendin… Xweda wî bi behişta xwe şadbike.