Rêzmanê kurdî ,ya helbestvan Mele Ehmedê Palo derket

Di van rojan de pertûka Rêzmanê kurdî derket, ya helbestvan û zimannasê kurd nemir Mele Ehmedê Palo e. Ew jî fêkiyê keda wî ya ku demek dirêj ji ger û lîkolîn di nav zaravên kurdî de. li her çar parçên kurdistanê. Û zanîna wî bi zimanê Erebî û Farisî û Tirkî alîkarîya wî  kir ku sobayê di derîya zimanan de  bike,ta kû ew î ev rêzman nivîsî. Ji bo ku gelê kurd di pêşerojê de bi zmanê xwe yê zikmakî bi axive.

Mixabin ku ev karê hêja di sebet û çikmaça de 20`t sala mabû?, û kesek lê nedibû xwedî !, tevlî ku malbata wî da bû gelek dezigih û rewşenbîran ,û bi kar nehat. Lê  bi alîkariya mamoste Welîd Bavê Aras,yê ku li Elmaniya dijî hişt ku ev karê pîroz derkevê.
Pêşgotina vê pirtûkê helbestvan kasî nivîsî ye. Kasî jî pirr pesnê Ehmedê Palo daye,ku ewqas ew pispor û jêhatî bû di zimanê kurdî de
Rêzan Palo vê berhema bavê xwe dîyarî diya xwe dik e,a ku gelek bi melayê Palo re westîya ye .
Di navroka vê pertûkê de gelek beş hene,yê ku melayê Palo  zincîrek ji armancên ramanên Behlewî, anku ramanên wî ne. Mele Ehmedê palo gelek li ser Cînav û jêder û tîpên dengdar di zmanê kurdî  de sekinî ye û xwe westandî ye. Û gelek dîmen û nimûne ji helbestên Xanî ,Cizerî, Cegerxwîn,û ji helbestên xwe jî anîne.

Ev pertûk dibe lê vegerek ji hemî kesên ku bi zimanê kurdî mijûl dibin, û ji bo nifşên pêşerojê jî.
Rêzmanê kurdî
Çapa yekem: 2011
Wergir ji tîpên Erebî : helbestvan Kasî
Lêvegera zman : Selam Darî
Berg:  kamrîan Gedo

Ji bo têkilî yê: rezanzaza@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…