Lazgîn dêrûnî
Ey şêrînê nazelînê
Nû ciwanê gula zînê
Sorgula baxê evînê
Lêv şekirê rû befirê
Min di kujê bi awirê
Qey ti halê mi nabînê
Kezî marin tijî jehrin
Li ser mila ber bi xwarin
Ewin dermanê birînê
Du çavê reş zimanê xweş
Dil aşiqê wî riwê geş
Memê teme were zînê
Gulîzerê rû fenerê
Weke rojê di dê derê
Bejna zirav dihejînê
Weke rojê di dê derê
Bejna zirav dihejînê
Xeşmê neke zû dil veke
Barê xema giran neke
Çima wilo li min dînê
Barê xema giran neke
Çima wilo li min dînê
Bersiv nadê bê miradê
Ji min sile perîzadê
Dil û hinav disotînê
Ji min sile perîzadê
Dil û hinav disotînê
Ketim davê dikim lavê
Benda veke gawir bavê
Mi hêz nîne bi qetînê
Benda veke gawir bavê
Mi hêz nîne bi qetînê
Çare nîne dil evîne
Şev û roja mi xew nîne
Te bernadim xemrevînê
Şev û roja mi xew nîne
Te bernadim xemrevînê
FERHAD kanî wî zemanî
Neqşû huner bi arzanî
Can fîdakir ser şêrînê
Neqşû huner bi arzanî
Can fîdakir ser şêrînê
SIYAMENDÊ XEC li bendê
Bo xatirê çavê rindê
Di gevizî li nav xwînê
Bo xatirê çavê rindê
Di gevizî li nav xwînê
FEQHÊ teyra mabû heyra
Li ber avû çem û behra
Wê dîlberê wê evî
Gelek mirin lê ew pirin
Can li ser dîlbera kirin
Di vê rêde bi vê şînê
Li ber avû çem û behra
Wê dîlberê wê evî
Gelek mirin lê ew pirin
Can li ser dîlbera kirin
Di vê rêde bi vê şînê