Şeveke evînî



Ezîz Xemcivîn

“Ji bo bîranêna 12 adarê”
Buhar û kulîlk

herdem te di bîra min de tînin. 
Şev pêde xewn û raman 
te tînin hêla min. 

Destê xwe didim ser dêmên gulgulî 
stranên evînê bo dilê min distrînin

……………………………………………………

Li bin dara giryok, 
dest li ber rû me diponijim… 
Dengê du-sê bilbilan 
ji hawîr tête min. 
Belam pênûsa min goyîn e;* 
dikale. dinale… 
Qamişlokê qolincên bîranînên te, 
li hinava min 
jîjo ne; gij in, 
û bê vehesîn in!* 

Li ser masa sincirî, 
li nêzî Lîsgeha birîndar, 
û li ber hêrsa kevirên raperînê; 
em û ewan kul û xeman tevde axifîn! 

Pênûsê şerma xwe avêt; 
da bin lingên kewên gulebarankirî…
Li ber nalîna girtiyan 
û li ber navtêdana 
xuşk û dêyan 
“mala xwe bernedin, 
mala we em in, 
mal namûs e; 
mal jin e, mal jîn e… 
malllllllllllll jîn eeeeeeee…
Talan be,
ferman be,
û bila têkçûna jiyanê be;
serhildan e… 

Em oldarên baxên sînga te ne,
dengê nimêja serhildanê 
ji “Dêrika Hemko” 
ta bi “Efrîn û Şamê”… 
dîlana manê û nemanê. 
Êdî 12ê adarê 
te newroz ji xewnên şêrîn şiyar kir.
 
Kulîlkên newrozê zû bişkuvîn. 
Zû bi zû rapirîn! 
Berfa çiyê zû vê carê heliya
lîlava sor ji dilan meşiya! 
Rehên stûr û canpola 
Ji comerdiya dilê ciwanên te 
çem û kanî derbûn..!! 
Dem hat dengê ker û lal 
nema bêdeng bimîne… 
Dem hat kuç û kevir 
êdî bi ziman bibin.. 
Evîn li bin cilan veşartî, 
çawa bimîne…? 
Sîng vebîn 
û pêsîrên şîrdana tekoşînê 
dibin kanî û diherikin..!! 
Deh û didiwê adarê 
birînên salan 
dilê min 
axxx
Deng ji Mehabadê gihande Hewlêrê 
“Kurdistan yek parçe ye, 
Qamişlo Helebçe ye”
Dayikên Amedê bi dengên herî bilind
li sînoran serî hildan. 
Serberz û bilind in 
xwîna herikî ronî li jiyana me dida… 
Serhildan e, 
gul di destên pakrewanan de 
27 gul li gerdena te bûn aleke ciwan… 
Va em piyala azadiyê bilind dikin 
bijî azadî hêêêê hê ..
Zarok rabûn 
li dibistana cegerdarî û lehengiyê kirin serhildan…
dema me bi rastî va ye hat 
sala 2004an tovê jîna tekoşînê
li deşthêviyên Osman Sebrî
gelê qehreman bi xwîna xwe ew çand…

Qamişlo
7/2004


Goyîn
: firindeyekî şev pêde bi nalîn e.
Vesîn: bihnok, bihinvedan.
Gîvara, Xesan: ev ji 27pakrewanên gul bûn.

Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...