Sipasiyek ji bo Narîn Şêxê

Lazgîn dêrûnî

Roja 8 adarê ya jinê min gelek rûpelê enternêtê xwendin lê gotarekê gelekî bala min kişand û ez li ser rawestiyam ji ber du sedeman:
1) bi zimanekî KURDÎ rast û dirist û serkeftî hatibû nivîsandin
2) min bîr û bawerî û hestekî rastî di naveroka wê de dît

Ew gotar ya NARÎN ŞÊXÊ bû bi navê (li zilmê pîrozbahî nayê kirin,yan jî  li zilmê gul nayên reşandin)
Gelek silav û rêz û bijî ji bo xwîşka narîn şêxê û destên wê saxbin
Di nerîna min de wê destê xwe danîbû ser birînê ,bere ticarî pîrek bawer nekê kû wê mêr pîrekê azad bikê   ,ji ber maf tê standin lê nayê dan.di nerîna min de divê pîrek bi xwendin û bîr û bawerî û jîrbûna xwe maf û azadya xwe bistînê,bi vî awayî li gelek welatên cîhanê jinê xwe gihandiye pêpelûkên bilind û mil bi mil wek hevî bi mêr re çêkiriye.lê li gelek welatên din jî û bi teybetî welatên misilmanan rê li ber jinê girtîne û bi ti awayî nikarê wan dîwaran ji pêşya xwe hilênê û xwe ji nav çar dîwaran derxînê ,ji ber destûr û bir û baweryên wî welatî   dibin sedema paşketin û ne rizgarkirina jinê.
Li vêdê ez di xwazim pirsekê ji xwendevanên xweşewîst bi kim:
Gelo çima di ola ÎSA û MÛSA û ZERDEŞT de çênabê du jin ji mêrekîre ,lê tenê di ola MÛHEMMED de çêdibê çar jin bi hevre li cem mêrekî bin ?ma qey ne xwidakî tenê ew ol çêkirine?
Bê jinê jiyan nabê, jin nîvê civakê ye,jin ronahiya malê ye,jin xweşya jînê ye,jin xweşikbûn û rengê cîhanê ye.
Di dawîde dîse sipasî ji bo xwîşka NARÎN ŞÊXÊ.
9/3/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…