Raman û dîtinên Rezo di keltûra Kurdî de li Sûriyê

  Berzo Mehmûd

Rezo yek ji wan kesên ku temenekî nehindik (ji sih salî pirtir) di karê Kurdîniyê de derbas kir, hem di warê nivîsîna bi zimanê Kurdî, hem jî di warê partîzanî de, ji bilî ku yek ji endamên damezrêner bû di avakirina komela Kawa ya rewşenbîrî bû, re komela bo vejandin û çapkirina pirtûk û berhemên bi basa kêşeya kurdî pabend in.
Lewre, di vî temenê dirêj de ezmûnek û tecribek bi mrovê weha re çêdibê, ji ber wilo jî mirovekî xudan tecribe û xwedî berhemekî dahênerane û nivîsarên bi kurdiyeke petî û rêzimanekî sazkar û hostevanî, pêwîst e em raman û nerînên wî bidin xuyakirin, yên ku di warê  çend mijarên giring di jiyana rewşenbîrî û kar tevgera siyasiya Kurdî de, ku wî bi xwe li ser wan nivîsiye û raya xwe têde daye. Rezo li ser xaleke giring radiwestê û dixwazê bêjê ku kêşeya Kurdî erkek  e ji erkên nivîserê Kurd ku ala Kurdîtiyê li ser milê pênûsa xwe hilgirê û pênûsa xwe di vê mijarê de terxan bikê. Ev bîr û raman ta niha jî biqedr û biha ye li nik her nivîserê kurdperwer. Pêwîst e ku her nivîserekî Kurd pênûsa xwe bikê bin xizmeta kêşeya gelê xwe de, ew kêşeya ku dijî stemkariyê ye, dijî newekheviyê ye, dijî hemû şêweyên çewsandinê ne, wek çawa di beyannameya komyûnîzimê de jî hatiye. Rezo weha dibêjê: “Di mijara toreyê de, pirsa kurdî ne tenha ji hêla siyasî ve tê pelandin, lê belê ji hêlên dîrokî, civakî, eborî, netewî, ziman û zimanzanînê ve jî tê pelandin. Wilo jî di warên zanistî, fîlosofî, astronomî… û yên din ve. Dêmek nivîserê kurd, li ba min, ew e yê bi hemî hêlên pirsa kurdî ve bê girêdan û hewl bide ku toreyeke taybetnas û taybetmend li şûna xwe bihêle.
Eger nivîser komjimara van taybetiyan, di berhemên xwe de, bi cih bîne, hinga desthilate ku nav û nîşanên nivîskariya kurdî hilgire û bi payebilindî bê nirxandin.”
Erkê nivîser û rexnegirê kurd
Rezo hin dîtin û nerînên xwe  di warê rexne de yekser didê xuyakirin û ka em çilo berhemên hev binerxênin, û weha dibêjê: “Di warên gotebêjên toreyî de, di warê rexne û nirxandina berhemên nivîseran de, ez tim dibêjim : “Gereke em bi hev re hişk bin, lê ji hev re ne serhişk bin. Mebest jî ji vê gotinê ew e, ku em ji hev re li çepkan nedin û şaşbaşan ji hev re nedin, em berhemên hev nekin deryayên bê binî û em hev nekin zinarên bê pîvan, lê em bi sertî rahêjin berhemên hev. Lê belê, ew sertiya ku li ser bingehên axaftineke bipergal, bi hev ve girêdayî, dûrî devavêtin û êşandinên kesaneyî be, da em desthelat bin, ku toreyeke Kurdî serwext ava bikin”.
Despêka nivîsarên Kurdî di qonaxa dawî de, ya ku ji sala 1980 û vir de despê kiriye rewşa çapemeniya Kurdî (pirtûk, govar, gotar) ne di warekî saxlem de dibûrî, gelek berhemên lawaz û kêm derbas dibûn û dibin. Eva han jî li nik kesên bixeyret û dilşewatê wêje û keltûreke bilind û hêja dibê cihê dilêşî û nerazîbûnê, ji ber ku mirovê dilsoz, nemaze ku nivîser bê, ditengijê, û hêviyên xwe li ser çareserkirineke bilez girê didê. Ji ber wilo jî em dibînin Kak rezo wek rewşenbîr û nivîserekî Kurd vê kêşeyê di rêjeya pirsekê de “Kî berpirsiyar e?!” dadirêjê, û dideynê ber xwendevan û rewşenbîr û siyasermedarên Kurd. 
Kî berpirsiyar e ?!” navê gotara Rezo ye, ya ku di sala 1998an de di govara Pirsê de, hhhhhejmara 15an, payîza sala 1998 belav kir. Rezo têde dîtin û nerînên xwe di rewşa keltûriya Kurdî de li Sûriyê didê xuyakirin, nemaze helwêsta xwe derheqa wan nivîserên Kurd yên ku ne tenê naxwênin û hez xwendinê jî nakin, lêbelê di rêz û pergalên rêziman û rastnivîsê de nezan in, di taybetiyên avakirina hevoka Kurdî de kor û nezan in. Naveroka vê gotarê li ser nivîser, rexnegir û birêvebirên çapemeniya Kurdî li Sûriyê. Di despêka gotarê de Rezo dibêjê: “Yek  ji astengên nirxandina berhemên Kurdî (beşê latînî) neyîna tradîsyonên weşanî û çapemenî ne, ku dibine sedemên sergêjî û xwewindakirina hêzên aktîv di warê çareserkirina nizimbûna banê têgihiştinên rewşenbîrî de, yên ku bi rengê bêserûberiyeke giştî rû didin. Ev nizmî bi gelek faktoran ve tê girêdan, lê berpirsyarê dîrekt, di vê prosesê de, her dimîne nivîser û rexnegir“.
Rezo nerîna xwe di rewşenbîriya kurdî de berdewam dikê û weha dibînê ku sedema paşketina keltûra Kurdî bi taybet di warê nivîsînê de vedigerê ser gelek fakteran e, lewre dibêjê: “Ev bêberî û pîkolkirin ne tenha gunehê nivîser û rexnegir e, lê barê hin hêzên din e jî, ku bi bêguhdanî hevpariyê di berdewamiya vê rewşê de … dikin, Loma jî, di danûstandin û axaftinên rojane de, carcaran jî li ser rûpelên kovar û rojnaman tê gotin, ku îro roj nivîserên gêl û kewden di meydana çapemeniyê de pir in, û bi gelek awayan rû didin” Rezo weha dibînê ku nivîserin nav kurdan de rabûne ku ne pergalên avakirina wêjeyî dizanin, ne jî pergalên rêzimên û rastnivîsê dizanin, ne taybetiyên avakirina hevoka Kurdî dizanin û ji wan re “nivîserên gêl û kewden” dibêjê. Di warê çareserkirin û rêvebirina çapemeniya Kurdî de, çend hêzên aktîv rola bingihîn têde dileyizin, ku ew jî nivîser û rojnamegerî û dam û dezgehên siyasî û keltûrî. Rezo nerîna xwe di van hersê regzan didê xuyakirin û weha dibêje:
1 . Nivîser :
Rezo Nivîserên Kurd dikê du beş:
(1.) beşekî saxlem û resen heye wek ku dibêjê: “Nivîserên Kurd, yên ku bi dûrbîna rewşenbîrî li pirsgirêkên pêşerojê dinerin, erkên xwe bi dilsozî dinasin û bi berpirsiyarî, bi dilêşî û cegerdarî hewildan û bizavên xwe dikin, da pişkdarên sazkirin û pêşvebirina çapemeniyeke Kurdiye serwext û resen bin.
(2.) beşekî qels û bêkêr heye wek ku dibêjê: “Lê mixabin, ku beşekî gewre ji xameyên sextebaz helperînên xwe, di bin siha navê nivîser de, dikin û bi rola ziyanokeran radibin. Bi ser wilo de jî rê ji destdirêjiyên xwe re di çapaemeniya Kurdî de, bê kontrol, dibînin!. Ne tenha wilo, lê beşdariya vî celebî di bin sîwana hewadarî de tê parastin û propoganda jê re tê kirin. Belê, rengê vê hewedariyê çi be jî, eger ne ji giranbuhabûna berhem derkeve, ziyanê dighîne prosesa rewşenbîriyê”.
2 . Kovar û rojname
Bi rastî Rezo bi derbirrîneke ronak barê rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê didê xuya kirin ku naverok vala ye, ziman xwehir e, berpirs û idîtorên wan qels in, tenê li navdariyê digerin. Ez bi xwe di vê nerînê de me, û min jî heman nerîn di pêşgotina jimare ji govara Pirsê hişker got. Inca Rezo weha dibînê ku ((ev kovar û rojname rola xwe bi sextebazî pêk tînin û bi naveroka xwe kevelekî pûç û vala dimînin. Ew jî ji wê yekê der tê, ku serkar û rêvebirên wan ji pîş û dîtinên rewşenbîrî şûştî ne, wilo jî di warê zimanzanînê de qels û kêm in, lê dîlê berjewendiyên taybet û kesane ne. Loma, li pey nav û nîşanên zir û xapandî digerin. Ji vê yekê jî mirov dipelîne, ku çapemeniyeke bêkêr û neşûngirtî, di gelek movikên xwe de, tê belavkirin))
Xaleke dîtir jî Rezo berçav dikê ku paşketin û qelsbûna van govaran gunihê serkar û rêvebirên wan in yên nezan û hişkor in, ji bilî ku li nav û dengê xwe digerin, wek ku dibêjê: ((Ew jî ji wê yekê der tê, ku serkar û rêvebirên wan ji pîş û dîtinên rewşenbîrî şûştî ne, wilo jî di warê zimanzanînê de qels û kêm in, lê dîlê berjewendiyên taybet û kesane ne. Loma, li pey nav û nîşanên zir û xapandî digerin. Ji vê yekê jî mirov dipelîne, ku çapemeniyeke bêkêr û neşûngirtî, di gelek movikên xwe de, tê belavkirin, nîşana wê dibe bêguhdanî û bi durveyeke bêberpirsiyane tê pêçan)).
3. Organên siyasî, dezgeh û binetarên kultûrî
Rezo piştî ku bilind rola van damûdezgehên Kurdî dibînê û wek piştgiriyeke abûrî û manewî û rewşenbîrî, belê dîsa ev deszgehên siyasî ji tîrên rexna wî rizgar nabin “Lê, dîsa mixabin, ku hin ji van organ, dezgeh û binetaran dikevin bin bandora hin elementên sextebaz û nêzbîn de, yên ku di psîkolojiya xwe de nesax û nesaxlem in, loma erkên xwe pêk naînin û rola xwe nanasin, wilo jî pêwîstiyên demê ji hev naderxin”.
Rola xwêner
Rezo bi dû van hêzên sereke de: nivîser û kovar û rojname û rêkxistinên siyasî û dezgehên rewşenbîrî, hêzeke dîtir didê pêş ku ew jî hêza xwêner e, lê xwêner li nik Rezo çend celeban digirê ku ew jî ev in: xwênerê rexnegir e, ne xwênerê sakûl, ne xwênerê nezan, ne xwênerê demargîr, ne xwênerê layengir û eşîretxwaz, dema ku dibêjê:”
Rezo piştî ku êş û derdan, kemûkoriyan, qels û xwehriyan di tevgera rewşenbîriya Kurdî de didê xuya kirin, çareserkirina van gelş û giriftariyan di riya axaftin û danûstandinê de navbera hemî hêzên pêkhêner de di vî kêşeyê de ku pevre li çareseriyê bigerin û weha dibêjê: “Ev danûstandin, di behweriyên me de, wê bibe gavavêtineke giranbuha ber bi çareserkirina piraniya astengên demane de, yên ku xwe li dora çapemeniya Kurdî radipêçin. Lewre, em xwe bivênevê dibînin, ku bandora van hêzan li ser hev û li ser nizimbûna pêpelûk û banê çapemenî û rewşenbîriya Kurdî binasin, … Da wilo jî ev rewşa gêreberdanî, di çapemeniya kurdî, bê rakirin û pergal jê re bêne danîn”.
Lê diyar dibê ku Rezo bigoman e ku ev kêşe nêzîk çareser bibê, lewre dev ji çareseriyê berdidê, dîsa diçê ser giriftarên tevgera rewşenbîrî û tevgera siyasî ku herdû pevre di ber de berpirs in, Rezo dîsa tê ser peyva (belê, lê), ev herdû peyv didê xuyakirin ku cihê bêhêvîtiyê di cergê wî de gelektir e ji cihê hêvîtiyê. Lewre, dîsa li hêzên xirab digerê û roniyê tavêjê ser wan û dibêjê: “Belê, beşekî mezin ji nivîseran bi bêkêrî xwe dikşîne gêra çapemeniyê, bê ku sînorên rewşenbîrî û kewdeniyê bizane û wan ji hev derxe. , ku ev beş fêrî alfabêta Kurdî dibe, xwe mafdar dibîne ku di dergihekî fereh ve derbasî meydana çapemeniyê bibe, da cihê xwe bi dergevanî li ber embara pend û şîretan bigre û wan, li gorî şelekoriya hiş û dîtina xwe, rêz bike û biwerîne. Bi ser wilo de jî, xwe di bin sîwana hewadarî û mêldariyê de diparêze. Êdî, bi xurtî, tê himbêzkirin û propoganda ji navê wî re, ne ji berhem û bîr û behweriyên wî re, tê kirin. Lewre, gelek navên weku çiyan berz dibin, bi ser ku di rastiya çapemeniyê de çiyayên leylanî dimînin. , tiştê herî balkêş di çapemeniya Kurdî de, şiyan û hêzdariya rêxistinî ye, ku bi desthilatî per û basikên xwe diavêje ser û xwe raspêr   (guardian وصي) li ser dibîne. Ne tenha wilo, dikare kovikên Parmodî, yên ku her tiştî û her kesî bêhêz û bêhewes dihêlin û wan bi asanî diqurpînin, biafirîne. Wilo, her tişt bi hingivtina van rêxistinan dize, tê hingavtin, yan jî dimre. Belê, rêxistin tim hewl didin, ku piraniya şax û beşên çapemeniyê bi xwe ve girêdin (wilo jî dezgeh û binetarê kultûrî bisipêrin xwe), da kontrola xwe deynin ser hemî movikên jiyanê û civakê lagir (berferman), li gorî dîtin û berjewendiyên xwe, perwerde bikin, da reşma wê di destên xwe de bihêlin. Sedema vê kontrolkirinê jî ew e, ku siyasetmedariya Kurdî çapemeniyê serkehniya propogandayê ji xwe re dibîne û wê weku alav bi berjewendiyên xwe ve, ne yên milet ve, bi hiştengî girêdide. Loma, dûrî çapemeniyeke resen, hêzdar û hişmend diçe û wê weku alav bo şerê hebûna xwe bi kar tîne”.
Rezo bi hişmendiyeke bilind û zimanekî ronak û rewanbêj kêşeyê didê pêş û şîrove dikê û dibêjê:”Têkiliyên navbera hêzên zîlangêr, di rewşeke wilo de, forma bazirganiyeke premîtîv distînin û bazarên ser bi ser têne kirin. Ango, nivîser kirtûpirtên bêkêr dadixe serfûradanê û semyandar buhakî arzan pê dide. Lê ji bêçareyî bazirganiya xwe dimeşînin. Terazûya wê jî dibe çapemenî, lewre ziyan dighe form, şêwe û naveroka çapemeniyê bi xwe. De ka bêjin, kî di vê prosesê de berpirsiyar e?!!. Berê hatiye gotin : “Arzan kirî, heban dirî !!”.
Rezo di sal 1998-an de ev nerîn bi bawerîyeke xurt û bawermend û berpirs da pêş bê ku hisaba ji hin hêz re yan ji hin kes re bikê, çi siyasetmedar bê, û çi jî nivîser bê. Pirsa mina dawî ew e: Aya Rezo di warê piratîkê de dikarîbû rêkkeftinekê navbera bîr û baweriyên xwe ji alîkî ve û danûstandinên xwe ji alîkî din ve pêkbênê?. Ya dîtir jî: Aya Rezo li ser vê baweriyê ta dawî ma û di bin barê bazirganiyê de nehate guhartin??!!.
Rewşenbîr:
Rezo di gotarekê bi navê (Rewşenbîr di navbera teorî û praktîkê de Nimûneya rewşenbîrên Rojavayê Biçûk)[1] bîr û bawerî û boçûnên xwe derbarî rewşenbîr nivîsî. Di despêkê de herdû têrmên “çand” û “rewşenbîr” bi awakî tiyorî didê nasîn û dibêjê ev herdû têrim “ne tenha berfereh in û gêreke mezin ji hemî rengên zanînan berqef dikin, lê bêçarşef in jî. Loma, ev têrim, bi wateya xwe ne zelal in, bi demê re guhêrbar in û nakevin yek bexçika danasînê, lêbelê bi tem û givalê jî pêçayî ne…. Dêmek, rewşenbîr di vê gêra taybet de tê afirandin, dibe têkildarê hemî hûrekên wê,  zanînên xwe tê de dorpêç dike, bi pêdivî û taybetiyên wê ve tê girêdan, pê tê nimandin, têde tê stirhan û ji pêşketin û teysandina wê re kar dike.”
Rezo gelek celeb û nifşên rewşenbîran dideynê ber me û  nizanê kîjan yek ji wan yê baş e? Inca wek lêpirsiyanekê tavêjê meydanê û  dibêjê “Lê, mixabin,  ku em hîna nizanin çi rengê rewşenbîr ji me re, weku gel,  gerek e û hîna em nizanin li kîjan rewşenbîrî digerin:
1. Gelo em li wî rewşenbîrê rexnegir, têkoşerê doşekên pirtikî digerin?.Yan jî
2. Em li wî rewşenbîrê afrenderê aydiyolojîk û zêrevanê aydiyolojiyayê digerin?.Yan jî
3.  Em li wî rewşenbîrê ku naye ber bar, zirz û şemûs digerin, yê ku xwe avra dibîne û dikare pend û şîretan hawîrdorî xwe biwerîne?.Yan jî
4.  Em li wî rewşenbîrê ku dibawanên biyanî de diçêre û şîrê xwe dide baca çêriya xwe, da ziktêriya wî jê re bimîne qezenc digerin?.yan jî
5.  Em li wî rewşenbîrê şoreşgêr, yê ku cudahiyê naxe navbera hêzên têkoşer li der û hundirê civaka xwe digerin?.Yan jî
6.  Em li rewşenbîrê ayînperest, yê ku berxwedanê di ber gemkirina hemî rengên guherînên civakî dike,digerin?.Yan jî
7.  Em li wî rewşenbîrê, ku hêz û hizrê xwe di riya bidestxistina zanînên akademîk de diterxîne,digerin?.Yan jî
8.  Em li wî rewşenbîrê ku li ser maseyên rejîm û elementên rejîmê diberbihe digerin, yê ku hewil dide da tozikê bi ser kil û kêmasiyan de biwerîne û dibe daholkutê bênirxiyê.
Wilo, eger em nikaribin erk û armancên rewşenbîriya xwe destnîşan bikin, em ê di vê gêra bêdawî de xwe winda bikin. Ev xwewindakirin jî yek ji erkên hêzên ewlekariya her rejîmekê ye, da rewşenbîr û rewşenbîrî, di civaka xwe de, seqet, lawaz û bê bandor bimîne.
Bi dû vê de Rezo di çend xalên giring de rewşenbîr  û gêra karê rewşenbîrî ku “rewşenbîr bi çandê tê stirhan û çand jî bi rewşenbîriyê tê teyisandin”.  Ji ber ku rewşenbîr neçar e têkildarê hemî beşên çandê be  wek çanda ramanî, rewiştî, civakî, tendurustî, olî, hunerî, werzişî, zanistî…. û yên din, da civaka xwe ber bi avrayî û efraziyê de bilivîne, û jê re bibe makîna avakirineke şaristanî.
Xala duwem tê ser alozî û astengên rewşenbîriyê li Rojavayê biçûk, ewên ku dewlet têxê pêşiya rewşenbîr de  da seqet û banenizm û bêbandor be,  ji ber ku dewletê alavên karên rewşenbîriyê wek şano, televizyon, rojname, kovar, û dezgehên zanîn û fêrkirinê xistine rekehên hesinî de, yan jî di çerxa berjewndiyên xwe de digerîne û nahêle berdestî rewşenbîr bibin. Wilo, “rewşenbîr ji gurd dikeve û amade ye ku bide ser xîp, kelem û stiriyan, da sêpilekê ji xwe re pêk bîne. Hinga, di prosesa çêkirina vê sêpilê de, dilukume, dêşe, birîndar dibe û bêhewes dimîne”. xama nivîser di barê tepeserkirin û dîktatoriyetê de  kuh dibê û “li sêndera pergalên dewletê di-alihê”. “Di rewşeke weha de wê çawa rewşenbîr bi erkên rewşenbîrî rabe?!” Ne tenê wilo jî celebek ji rewşenbîrên seqet, çeqel û kurtêlxwer têne damezirandin. “Lê, ev sinc, li ber çavên civakê nehînî dimînin û zû belû nabin. Ji ber ku bi durustî û zanîn têne keşixandin, têne nexumandin.” Li encamê digihê wê rayê ku “di vê rewşê de ne çanda nirxgiran û giranbuha tê afirandin, ne jî rewşenbîrê xwedî bandor dimîne, ne jî zelaliya  hiş û xebatê dimîne.Wilo, rewşenbîr bi mij û moranê tê pêçan, bê bandor dimîne û ji desthilanîn dikeve”.

 

Rewşenbîr û siyasetmedarî:
Di mijara pêwendiyên rewşenbîr ligel siyasetmedarî, dibêjê: “Mirov neşê, di rewşa kurdewarî de, sînorekî di navbera rewşenbîr û siyasetmedar de destnîşan bike, ji ber ku di gelek movikan de erk û armancên wan di hev alane û ji hev nayên cudakirin. Loma jî, siyasetmedar xwe rewşenbîr dibîne û rewşenbîr jî xwe siyasetmedar dibîne û tim herdu beş bi gamilkê bi hev dikevin, da delav bi xwe bihêlin. Ev jî, di behweriya min de, ji wê yekê tê, ku her beşek hîna sînorên xwe nas nake, loma dixwaze û hewl dide ku raspêrî di destên wî de be”.
“Bêgoman, civaka bê siyaset û siyasetmedarî, wilo jî civaka bê rewşenbîr, civakeke premîtîv e û hîna negihaye pileya civakeke sivîl û şaristane. Lê, dema her beşek serê werîs bi aliyê xwe de bikişîne, yan wê werîs biqete, yan jî wê yek yekî tune bike. Ev herdû kiryar jî ziyanê digihînin civakê û di riya pêşde livandina wê de dibine kelem, yan jî dibine alavên gemkirina civakê. Pirs dimîne, gelo çima bizavên siyasetmedarî û rewşenbîrî nakevin yek makecuwê de, da xwirt û bi hêz bin? Eger mirov karibe bersiva vê pirsê bi zelalî bide, mirov hinga desthilat e, ku dihevalandina erkên rewşenbîrî û siyasetmedarî ji hev cuda bike. Hinga jî, civak bi şêweyekî normal wê di çerxa xwe de bigere û wê sînor di navbera herdu fraksiyan de bêne danîn.
” Zimanê me hebûna me ye “
Rezo di gotarekê de bi navê “Zimanê me hebûna me ye” di malpera Tirbespî 2005/90/25 belav kir têde li ser bandora navan di civaka Kurdî didê ronîkirin, herweha navên Kurda bi taybetî li Binxetê di rêveçûna dîrokî de jî dipelênê, û nimûneyan dideynê ber çavên me.    Navlêkirin, di civaka Kurdî de, li  “Binxet”ê wilo  jî li piraniya herêmên Kurdî, di gelek pêpelûkan ve derbas dibe. Lê, mirov dikare, ji wan, li ser çend  êtapên bingehîn raweste û li gorî koma navan van êtapan berçav bike:
Êtapa bandora Misilmaniyê di lêkirina navan de:
   II. Êtapa regeznasiyê di bijartina navan de :
  III. Êtapa gelnasiyê di vejîna navan de :
Rezo digihê wê rayê ku giringiya navlêkirinê bi peyvên zimanê  Kurdî, di nav Kurdên “Binxet”ê de, bi saya zanyar û hişmendên weku Mîr Celadet Alî Bedirxan, Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Namî, Reşîdê Kurd  ….  û  y. d. hate berçavkirin û bû zîlana gelperwerî  û  serbilindiyê. Ne tenha wilo, lê bû durvê kurdewariyê  jî. Wilo, di encama kar û xebata vî nifşî de navan cihê xwe, di civaka Kurdî de, bi tundî girt. Belê, nav bûne durvên civakî û siyasî. Êdî, di riya navan re, kes û malbat /car- caran êl û eşîr  jî /, bi van durvan, dihatin nîşankirin. Tanî dîroka  kurdewarî  û gelperweriya her mirovekî, li navê wî vedigera, dihate pîvan, dihate nirxandin û dihate destnîşankirin. Bi kurtî, li ” Binxet”ê, nav bûne nasnama her mirovekî û bûne neynika girêdanên oldarî, siyasî û kurdewarî. Belê, dema mirov navên: Azad;  Berzan, Serbest, Serdar….û y.d. dibîne, dikare qûnaxên van navlêkirinan binase û pileya kurdewariya vê malbatê, di riya wan re, bipelîne. Lê, gava  navên: Nehro, Fîdil, Îvan, Meksîm, ….û y.d., di ber çavên te re, di malbateke Kurdî de, derbas bibin, nasnameya vê malbatê ji te ve diyar dibe. Wilo jî, qûnaxên navên weku: Selam; Cemal; Xalid; Fêsel … û y.d. ji herkesî ve diyar û nas in. Ne tenha di van waran de, lê malbatên olperest jî, bi durvên navan têne çarçevkirin û pileya sistî û  hişkeoldariya wan berçav dibe.
Navan, bi vî rengî, bandora xwe li Kurdên “Binxet” ê kir, tanî bûne nasnameya girêdanên her mirovekî di destnîşankirinên kurdewarî, siyasî û oldarî de. Lê, çawa be, prosesa navlêkirinan li “Binxet “ê kete warê xebat û berxwedanê siyasî de û bûne nîşana miletperweriyê. Belê, ev nîşan bi şiyan û serbilindî hate çesipandin û hate hildan.              

[1] Rezoyê Osê, gotara bi navê “Rewşenbîr di navbera teorî û praktîkê de Nimûneya rewşenbîrên Rojavayê Biçûk” , govara Pirs, jimar

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…