DÊ TU AGIRDAD BÎ

Mizgîn Hesko
  
  Ji bo şehîdên 12 ê adarê…û hemî şehîdên kurdan

Ji buharê ta buharê
Çend binefş bişkivîn…?
Çend nêrgis çilmisîn…?
Çend gelawêj çirisîn…?

Çend berbang fetisîn…?
Ji Helebça ta Qamişlo
Çend aheng
Çend festîvalê jiyanê
Têne li darxistin…?

Ji cejnên mirinê ta cejinên jînê
Çend Leyla
Çend Egîd
Çend Samî
Çend Ciwan

Çend Qasimlo
Ji dayik dibin…?

Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeştên kal

Avistayê didomînin…?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh

Ji biskên rojê
Têne der…?
Çend Qadî
Di zikê Mihabadê de
Bûn çira û fener..?
Çend Şêx Se´îdên nuh

Ji mizgeftan

Vedan kesser…?
Çend Maşûqên nuh
Dijîn bi hêrs
Bo qada sor û zer…?

Ji adarê ta adarê
Çend Anahîta
Çend yezdanên dilbijok
Têne xapandin…?
Çend Şaxoşînên nuh
Tene perçiqandin…?
Ji serê salê ta binê salê
Çend bêrîkirin

Dikevin bin pêlavên biyaniyê de…?
Çend firmêsk
Di qermîçonkên riwên zuha de
Têne veşartin…?
Ji Nesrînê ta M. Şêxo
Çend Şeydayên nuh
Distirînin ji bo dilberê…?
Çend zeryên nuh
Dinerin ji pencerê…?

Ji Cigerxwîn ta Tîrêj
Çend helbestvanên nuh
Dest tavêjin kemberê…?

Ji îşqa Nîşanî ta evîna Feqhê gerhok
Çend Bêkesên nuh
Hildigirin pênûs û fenerê…?
Çend Agirdadên nuh
Vêdixin luksa berê…?

Ji Urgêş ta Qamişlo

Çend pakrewan j
Ji pêsîra goristanan
Ber bi asîmên ve hilperikîn…?
Çend Agirdadên nuh
Ji xunçên gulan herikîn…?

DÊ TU AGIRDAD BÎ
DÊ 12 ê ADARÊ JÎ CEJIN BÎ

Ji buharê ta buharê
Dê tu Agirdad bî
Samana Newroza me bî
Dê tu arama çavên ku di bendemanê de
Melûl…melûl
Şilo..pilo dibin

Û dîse bi omîdên dîtinê
Avis dibin

Ji adarê ta adarê
Çendîn mahîtab rawestandin
Çendîn afîtab di binê ewran de nixumandin

Dê tu Agirdad bî

Dê tu ronî bikî xewnên me
Dê tu germ bikî dilkê dilê me

Dê tu Agirdad bî
Keftelefta mendalekî
Ku ji nuh îro ji dayik dibe
Dê tu hilm û bîna rîhaneke

Ku dinav kavilên wêran de
Hewil didî ku serî rake
Dê tu bejina findeke
Ku ji nuh ve tête vêxistin
Dê tu Agirdad bî

Di şopikên buhara me de
Tu ne bûyerî
Di hinavê dîroka me de tu SERHILDANÎ

Agirdad…kesê ku agir vêdixe, dadide, Kawayê hesinkar Agirdadê Newrozê bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…