Sala xemgîn bêy Mişel e


 Nizar Yosif

Salek keserkûr likumî
Pirs û bersiv şaş dixwînin
Sînor bûne deriyê revê
Bêbext di holê de şahe
Devên aza di nixumînin

Li xwe di kenin?
Em pêkenin?
Kevok rojane dibin gorî
Sipî bi soravê gevizî
Kevankêş hêj bi elane   
Qamişlo maka civatê
Bêy Mişel e

Bajar li peyvên te di girîn
Bêy Mişel in
Ciwan li rêber di gerin
Bêy Mişel in
Kolan ji tirsê di revin,,
bêy Mişel in
Rabûn şehitî   
Armanc bî leylan
Rastgotin bî xumam
Serfirazî û pêşdanîn
Bêy Mişel in
Werîs bîrweran di kêşin
Sozdar li şopê di pirsin
Bêy Mişel in
Wêne di destan de di axifin
Yên Mişel in
Mêrdem şêwirên te di bêjin
Rind ronak a te hildidin
Tev Mişel in.
21,09,12
Nizar-di@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…