Nameyeke vekirî ji serokê Herêma Kurdistanê re: Tika ye, dergehan vekin!

 Birêz serok Mesûd Barzanî,
gelê kurd li Sûriyê di rewşeke pir xerab de ye. Ev demek e ku ew tuşî qeyraneke insanî ya mezin bûye. Ew ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana rojane bêpar maye. Ji aliyekî ve li herêmên kurdî nan hema bêje nema peyda dibe. Ji aliyekî din ve nebûna mazotê bûye sedem ku xelk nema dikarin xwe ji sermaya dijwar di vê zivistanê de biparêzin. Herweha derman û şîrê zarokan li bazarê nema peyda dibin.
Em dizanin ku rewşa we li Herêma Kurdistanê hesas e. Herweha em dizanin ku Malikî û gefên wî li dijî Kurdan we pir mijûl dikin.
Hûn dizanin ku hûn tim dikarin xwe bispêrin piştgiriya bêsînor a gelê kurd li Sûriyê. Bi taybetî cenabê te û pêşmergeyên şoreşa we ya pîroz li Kurdistana Iraqê dizanin ku Kurdên li Sûriyê di rojên we yên dijwar de bi hemû derfetên xwe we bitenê nehiştin, tevî ku di wan deman de rewşa wan gelekî hesas bû û wan xwe tûşî xetera girtin û işkencekirinê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dikir.

Em ji we hêvî dikin ku hûn ji niha ve dest bi sazkirina pirên alîkariyê ji bo Kurdistana Sûriyê bikin. Em ji we tika dikin ku hûn dergehên xwe vekin û bihêlin ard, mazot, derman û pêdiviyên din derbasî Kurdistana Sûriyê bibin. Tenê hûn dikarin gelê kurd li Sûriyê ji dorpêçkirina ji hemû aliyan ve rizgar bikin. Tika ye dergehan vekin!

Hêviya me di we de mezin e ku hûnê gelê me bitenê nehêlin.

Ligel rêz û silavên kurdewarî

Sîrwan H. Berko, rojnamevan
Elmanya, 18.12.2012
siruan@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…