Lorîna Arşevê Oskan

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
 
 
Lorîna Arşevê Oskan
Çima tu ew qasî ji birînên min hez dikî helbestvano!?
 
Va ye stêrkekê, esmanekî tawanbar, bi qurbana êşa te dikim helbestvano!
Va ye frişteyekê li ber serê te, li ber lingên te digurînim helbestvano!
Va ye alên xwe yên spî ji bêbextiya êşê re bilind dikim helbestvano!
Va ye di dawa bêrîkirina helbestê de wek miriyekî rûdinim helbestvano!
Va ye destmala rondikên xwe bi rengên gernameya koçberan dixemilînim

helbestvano!
Va ye çiyayên dilê te ji bîna dermanan û ji tîna şaristaniya bajaran direvînim helbestvano!
Va ye zilaman, rêçên tirsnak, karwanên sergerdan û şivanên dozê
Di bêhûdeyiya bêhûde de dikanînim helbestvano!
Va ye ez û tu û kefenên tozê bi hev re, di govenda gumanê de direqisin helbestvano!
Va ye Amûdê di himbêza te de digirî,
Dirbêsiyê li nalîna dilê min guhdarî dike helbestvano!
Va ye dergehên laşê xwe,
Pencereyên bîra xwe ji êşê re vedikim
da ku bi hêminî, tu derbasî xaçepirsa xewnê bibî,
Va ye şevan ji te re vedikim
da tu jî, bi gurmegurm, derbasî nimêjgeha jehrê û derbasî dîroka peyvê bibî helbestvano!
 
DI ÊŞÊN MEZIN DE
Bo Selwa Gulî
 
Di êşên mezin de zimanê min pûç dibe..
Di êşên mezin de çavên xwe li bazbendan digerînim..
Di êşên mezin de naxwazim hîveronê bibînim..
Di êşên mezin de naxwazim bi stiranan bişewitim..
Di êşên mezin de naxwazim çîrokên xewnê ji bîr bikim..
Di êşên mezin de guh nadim têkçûnên xwe yên mezin..
Di êşên mezin de tenhatî min dixwe..
Di êşên mezin de di bêdengiyê de dixeniqim..
Di êşên mezin de li we digerim hevalino!
De giyanê min biguvêşin!!
Di êşên mezin de bi tenê bêriya girî dikim!
 
MA TU DIXWAZÎ?
 
Ma tu dixwazî ji te re
axînkêşanên çîrokê şirove bikim?
Ma tu dixwazî ji te re
rûpelên ferhenga bindestiyê rûreş bikim?
Ma tu dixwazî ji te re
Şînîgiriya dayika xwe li çar welatan dabeş bikim?
De ka bibêje!
Ma tu dixwazî ku mîna nîşangirekî,
Keysa xwe li eniya qederê xweş bikim?
 
Vê sibehê,
Kelepçeyên xwe davêjin destên ramana min,
Çavên xewna min girêdidin û davêjin odeyeke tarî,
Nasnameya min îşkence dikin..
Vê sibehê,
Leşkerên xwe,
tang û topên xwe,
balefir û zikreşiya xwe amade dikin
da ku bîna rîhana destên dayika xwe ji bîr bikim!!
 
 
13.10.2012

London

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...