Serê Kaniyê

Eziz Xemcivin

Yê ko li dûv wê bû, 
bi kurdî
di hejmariyê de nezan bû…

Yê ko li dûv wê bû, 
bi erebî
di kîymya de nezan bû… 

Dema hejmarî û kîmya tevlihev bûn,
di goşeya înanê de li qelevîskan rûnişt…

15.11.12
Eziz Xemcivin
………………….
Hejmarî: Hejmartin (Bîrkarî)
Qelevîsk: Qerevîsk: Rüniştina li ser lingan bé ko paşiya mirov bigihé xaké(erdé).
……………….
رأس العين

من كان وراءها بالكردية كان جاهلا بالحساب
من كان وراءها بالعربية كان جاهلا بالكيمياء
في اندماج الكيمياء مع الحساب
في زاوية اليقين جلست القرفصاء
2
Serê Kaniyê

Çi qas li bin stérkan. 
min evîna çavên te dihûnand…
ji “Xeraban heta bi Sîrop”
firindeyên te li jora kaniyan havîn dirêsandin… 
Dayé, evîné… …

Firokên bébextan narincok diyarî kenê zarokên te kirin…

13.11.12
Eziz Xemcivin

Xeraban û Sîrop: Tax û dever.
Narincok: Bombe.
Firinde: Teyrik.
Firok: Balafir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…