«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE … xelek (13)

Deham Ebdulfettah

Têveliya di Navbera Raweya “Karker”û “Karkir”de çiye ?!

Raweya “karker”û ya “karkir”, her dû jî navinî lêkdayî (hevbend) in , ji navê “kar”û darêjên “ker-kir”(ji karê kirin) saz bûne . Her dû rawe jî navên kara ne (ên ku kar dikin) . Ji hêla wateyê ve her dû nav hevwate ne (bi wateya kesên xebatkar) . Lê bi hûrbînî , hindek cudayî di navbera watedariya her dû raweyan de xuya dibe . Ji hêla bêjesaziyê jî , her dû bêje ji hev cuda ne :

1- Karker :
Ev rawe bi vê rêzikê pêk hatiye :
(navê “kar”+ binyata nuha ji “kirin”+ paşgira “er”)
Binyata dema nuha ji (kirin) jî ev e :
(Ez dikim = …k…)
Li vê gorê : (kar + k + er = karker ) .
Navlêkirina raweya “karker”jî “navê kara”ye
2- Karkir :
Ev rawe jî yek ji raweyên navê kara ye . Rêzika vê raweyê jî ev e :
(Navê “kar”+ binyata borî ji “kirin”) .
Binyata dema borî jî , bi avêtina nîşandeka jêderî “in”pêk tê:
(Kirin = kir-in = kir… .)
Li vê gorê :
(kar + kir = karkir) .

Gelekdarêjêndîtirjî dizimêndepeydadibin û dinavgel debikartên ,wek :
(Zêrker , zêrkir – xebatker , xebatkir – rêber , rêbir– birêveber , birêvebir– solker , solkir– zîvker , zîvkir– fêrker , fêrkir– sazker , sazkir– hînker , hînkir …)
Lê ev her dû darêj ne ji hemû karên lêkdayî tên dariştin . Ankuî li van mînakên jorîn nayê pîvan .
Digel ku her dû rawe “karker”û “karkir”hevwate ne (wekî ku me destpêkê gotiye) , lê dîsan wateyên wan ne heta dawî yeksan in . Anku , hindek têvelî di navbera wateya her dû raweyan de heye  . Rast e , ku p .jna kirina kar ji her dû navan “karker”û “karkir”tê , lê karmend , û berdewamiya kar li nik kes . “karker”pirtir dibe (berdewamtir e) .
Dema ku em dibêjin , Memo “zêrker”e , tê wê wateyê ku karmendî û pîşekariya Memo bi zêr ve girêdayî ye .
Anku , karê Memo yê sereke sazkirinîkirrîn û firotina zêr e . Lê ku em bibêjin , Temo “zêrkir”e , tê wê wateyê ku Temo di warê zêr de kar dike , lê ne weku pîşekarekî pabendê karê xwe ye . Bi vê têgehê jî : Azad fêrker e = Azad mamosteyê fêrkirinê ye , berdewam vî karî dike .
– Azad fêrkir e = Azad car caran , hin kesan fêr dike  , ne ku karê wî yê sereke ye .

Verêsa Navên Jimara Demê Jî  , Li Gora Zayend û Jimara Wan Tê

Yekokên demê ew nav in , ên ku her yek ji wan parekê ji demê (çi kurt çi dirêj)destnîşan dike . Bi vê yekê ev nav dibin yekokên pîvana demê (pîvanokên demê) , wek “çirke[1] (saniye) , xulek (deqîqe) ,demjimêr (katjimêr) , roj , meh , sal…”.
Berçav e ku ev yekokên demê nav in . Nîşandekên verêsê (tewangê jî , weku hemû navên dîtir , li gora zayend û jimara wan destnîşan dibin .
Ji hêla zayendê ve , hemû navên pîvanokên demê mêza ne , anku mêyên nerasteza ne :
(Vê çirkê , vê xulekê , vê mehê , vê salê . . .)
Ji hêla jimarê ve jî , ev yekokên demê nav in û weku hemû navan yekjimar tên xebitandin û komjimar jî tên xebitandin :
-Em salekê Li Amedê man
-Em çar salan li Amedê man
Li gora vê ronîkirina jorîn , çi alozî derbarî nîşandekên verêsa van yekokên demê nîne .
Digel vê hêsaniya verêsê jî , dîsan em di warê xebitandina van navan de , tûşî kêşeyeke rêzimanî dibin . Ew kêşe jî di vê mînakê de ronî dibe :
“Cigerxwîn di sala (1903) . . . de hatiye cîhanê û di sala (1984) . . . . de koça dawî kiriye”.
Di vê mînakê de navê “sal) berverês e , gerek nîşandekek verêsê li şûna wan xalên binxêzkirî  bê nivîsîn  .
Di warê xebitandina ku di nav gel de dibe , ew nîşandeka verêsê (di mînaka me de) bi dû coran bikar tê :
1-Li hin herêmên Kurmancên jorîn nîşandeka komjimarê (an) tê xebitandin :
“Cigerxwîn di sala (1903) yan de hatiye cîhanê û di sala (1984)an de koça dawî kiriye”.
2-Li herêmine dîtir nîşandeka yekjimara mêza (ê) tê xebitandin :
“Cigerxwîn di sala (1903) de hatiye cîhanê û di sala
(1984) ê de koça dawî kiriye”.
Di şêwezarê kurmancî de ev her dû şêwazên verêsê bi pirranî , li ser radeya nivîskar , helbestvan û bêjerên televizyonan jî tên xebitandin  .
Ev jî , kêmasiyeke nayê pejirandin , çiku  raweya verêsê , di kurmancî de mijareke bi rêk û pêk e , li gora rêzik û destûrên rêzimanî pêk tê .
Bi vê dîtinê divê yek ji wan her dû nîşandekan ne cîgirtî be . Anku , divê yek ji wan her dû şêweyên xebitandinê rast be û yê dî şaş be !
Em dizanin ku “an”nîşandeka verêsa (tewanga) navên komjimara her dû zayendan e (nêr û mê) û (ê) jî nîşandeka verêsa navên mêza yên yekjimar e .
Bi vê nîşankirinê ne durist e ku em nîşandekekê ji wan li şûna  ya dî bixebitînin .
Vêca ku em , li ber ronahiya vê danasîna nîşandekên verêsê , li wê mînaka xwe ya çûyî  vegerin û navên berverês tê de destnîşan bikin , hingê em ê nîşandeka rast û rewa , li gora zayend û jimara navê berverês binasin .
Di wê mînakê de : “Cigerxwîn di sala (1903) . . . . hatiye . . .) . Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimar sê yê[2]  ,piştî borîna (1902) salan ji bûyîna Îsayê pêxember hatiye cîhanê , ne ku di van her (1903)  Salan , tevan de hatiye .
Li vê gorê , Cigerxwîn di salekê tenê de hatiye . Sal jî mêza û yekjimar e , nîşandeka verêsa wê jî “ê”ye .
Bi vê dîtinê : Cigerxwîn sala (1903) ji dayik bûye .
Dawiya mînakê jî : “Cigerxwîn di sala (1984) . . . koça dawî kiriye”. Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimara (4)ê piştî borîna (1983) salan . Ew sal jî mêza û yekjimar e , bi nîşandeka “ê”ketiye berverêsê . Bi vê yekê : Cigerxwîn sala (1984) ê koça dawî kiriye  .
Ev rêzika nîşandekên verêsê li gelek herêman zelal nebûye , li nik hin nivîskar û bêjerên tilîfizyon jî , ew nîşandek bi şaşî tên xebitandin , wek nimûne :
a- Şêwazê Şaş :
  – Em ketine sedsala (21) an (bîst û yekan)
Min sala (2009) an tu dîtî ( dû hezar û nehan)
Havîna (2007) an germ bû ( dû hezar û heftan)
Roja (14) an (çardehan) ji heyva (8) an (heştan) , sala
(1980) yan (hezar û nehsed û heştêyan em çûne Wanê
  Sozê me demjimêra (10) an (dehan) û xuleka (45) an
(çel û pêncan) , li gulistanê ye .
  -… . .
b- Şêwazê Rast :
  – Em ketine sedsala (21) ê (bîst û yekê)
  – Min sala (2009) ê (dû hezar û nehê) tu dîtî
  – Havîna (2007) ê germ bû ( dû hezar û heftê)
  – Roja (14) ê (çardehê) ji heyva (8) ê (heştê) , sala
(1980) êyê  (hezar û nehsed û heştêyê) em çûne Wanê
  – Sozê me demjjimêra (10) ê (dehê) û xuleka (45) ê
(çel û pêncê) , li gulistanê ye
  -……
Helbet , ev nîşandekên verêsê (ê , an”di raweya verêsê de bikar tên , lê ku navên jimaran , wek “xulek , demjimêr , roj , şev , meh , sal . . .”di raweyên rast û xwerû (bê verês) de bên , ew nîşandek nayên xebitandin , wek :
Min (20) sal li Şamê buhirandin  .
Hevalên min (7) sal li koçberiyê winda kirin
Roj (24) demjimêr e . Her demjimêrek (60) xulek e û her
xulekek jî (60) çirke ye  .
Sal (12) meh , em kar dikin
Keriyê pezê Hemo (90) mîh û (30) bizin e  .
– … . .

[1] – Ji çirke- çirka mîlên demjimêrê hatiye, (Saniye).
[2] -Sê+ e = sê- y- ê= sêyê .
Sê + an = sê – y –an = sêyan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…