Aniha

Kamran Simo Hedilî

aniha 
di vê kêliyê de
di vê derengiya şevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî

giyan
di nava min de
dicemidê
bêtawan
di hişê min de
digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguharim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê şevtariya şevê de
di vê şikefta bêdawî de
bi hişyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê agir tava pîroz dikim
ber
bi hevraz ve
dişemitim
û
dibime dînê
tî bûna evîna xwe
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti helbestvanan naguharim
aniha
di vê quncikê de
di vê şîqeşîqa ewran de
di vê rengmirina rengan de
bi bêhna sêwiyên Şengalî
rengkorî
bêhnesoriyê
di pozê min de
dikizirîne
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti zanan naguharim
aniha
di vê kurtepista nependî de
di vê wêraniya wêneyan de
di vê tofana hiziran de
bi hêviyên melûl
lerza têlên dilê min
dibine
giriyê kevoka serjêkirî
dûjehra spî
dibe
mija ser şîniya bedena min
û
rojên hê nejiyayî
di nava min de
dipeyîvin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti dilberan naguharim
aniha
di vê hejariya hestan de
di vê cihguhartina stêran de
di vê hatina sibehê de
bi awirên Bazî
bi êşzayîna roja bêxewî
bi windakirina siya dawî
bi zêrtîrên
di zikê asîman de çikeyayî
ez dikarim
gelek tiştan bidim

axaftina bi xwe re
bi ya kesî nadim

25.01.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…