Bê rahet û bê sekne î.
Yan aşiqê Baxwey xwe î.
Yan şubhetî qelbê me î.
Ji işqa kê natebit î?
Ji işqa kê her tê û tê?.
Heta kengî her bê û bê?.
Bo min bêje heyranê kê yî?
Da ez bizanim qissetê[2].
Û carê jî bi rengdêrkirina surûşta Miksê; şûnwarê jidayikbûnê, hinek dîmenê wê raberî me dike, wek vî wêneyê, ku tepelên iyan tê de bi gulan xemilî ne:
Mikis xweş wetan.
Xemla gula piltan.
Bihar havîn li te zozan.
iyayê bilind methê wan[3].
Helbestvanê, ku ciwaniya welêt direngîne, û dîmenên surûşta wî raberî xwendevanan dike, hesta ciwanî û evîna welêt di derûnan de gumreh dike, ev hesta jî naziktirîn û li ser derûnan hêzdartirîn hest e. Rexnegirên, ku dibêjin welatperweriya helbestvanên surûştê û ciwaniyê, ji ya helbestvan û nivisevanên coşê ne kêmtir e, rast ûne. Ji ber ku helbestvanên surûştê, bi riya hurhutandina hesta wijdanî û giyanî derûnan, bi ageha serbilindiya welatperweriyê, perwerde dikin.
Di kêlîk û katên şînê û dijwariyan de, helbestvan pê hay dibe, ku divê berê xwe yekser ber bi derûnan de bide, wan ji kûrahiya dilan de bihejîne, da toz û kulxana xwûnsariyê ji ser wan bide alîkî, û wan li hember rûbirûtiya metirsiyan hêzdar bike. Di demên wusa de tenê hurhutandina derûnan û serkêşî sûdar in. Vê lomê helbestvanê me şûna xwe di refên pêşî de distîne:
Ezê qelem û defterê xwe daynim.
Ezê tev we şûr û mertala hilînim.
Bona wetenê bavê şer bikim.
Zimanê dayka xwe ziyaretî xweykim[4].
Weha xuya ye ku helbestvan haydarê her tiştê, ku li ser erdnîgariya welatê wî diqewime ye. Mebesta Osmaniyan û Farisan ji pevcûnên li ser vê erdnigariyê ne tenê dagîrkirin û daqirtandina wê ye, belê bi ser de, pişaftina and û jihevxistina kesayetiya netewî kurdî jî, bi riya şerê zimanê, ku andê û kesayetiyê diparêze, mebesta wan e. Vê lomê zimanê dayikê bûye zîyaret a wî, da ev cûr-raman di pey wî re li ba Ehemedê Xanî ronîtir were xuyan[5].
Helbestvanê rasteqîn ew e, yê ku di demên wek ên serdema Feqî yê Tîran de, dûrî bêhêviyê basikan vedide û difire ye, Feqî yê Tîran dît, ku du dijminan, her yek ji yê din metirsîtir e, gelê wî dorpê kirine; yê yekem kurmê perebûna ku xwûna newqa gelê wî dimijê ye, û yê duwem jî her du dewletên Osmanî û Farisî ne, ku wî kurmî av didin û mîr û hukumdarên Kurdan ji heve didizin.
Feqî yê Tîran gelek azaran li hember vê pergala kambax dikşîne, nemaze gava irûskên hevgirtina Kurdan li hember dijminan nabîne, loma jî bi dilşewatî dibêje:
Hetanî kengê binivîsim awa.
Îşq nema bînayê ava[6].
Lê belê…wendabûna roniya avan nikare hûrdîtinê wenda bike, û helbestvan jî her tim, beriya bibînin, dihestin, Feqî yê Tîran jî wusa ye, weha dibîne, ku gelê wî karînên gewre he ye, ev karînan her tim rawestî û xulmaş namînin, bivê nevê dê rojekê ji vê xulmaşiya kujer şiyar bibin:
Guhê sekin rojeke aza.
Bê dengê sicûda Kurda[7].
Ev yeka boûn û nerîna wî gelek sayî û numa diderbirîne, û hêza baweriya wî bi gelê xwe, yê ku bivê nevê dê serî hilde, dide xuyan:
Cimaet timê namînin tengezar.
Wê hildin tîr û kevan binar.
Wê biqetînin qed û îdar.
Wêran bikin hepsa mîrî zihar[8].
Ev boûnan, dê di qunaxeke din, ku dê bê de, hem ji hêla ramanî û hem jî ji hêla hunerî de, li ba E. Xanî gelek numa û sayî diyar bibin.
Ev guhertina nerîn û boûnê di pey wî re li gelek deverên dunyayê deng vedide, nemazê li Elmanyayê û Firansayê. Fîlozof û ramnabîrê elmanî Fîşte/Ficthe (1762-1814) jî xwediyê vê mêldariya gulobal û yekbûna welatan bû[9], lê gava Napilyon da ser Elmanyayê, û Elmanya di cenga Yêna (Jena) de şikest, ewî ji nû ve nerîna xwe guhert û bû hêzdartirîn welatperwerê elmaî, û 14 gotar bi sernavê (Gotarên ji bo miletê Elman) nivisand, tê nerîn û ramana xwe ya netewî zelal da xuyan. Her weha helbestvanê elmanî Morîs Arint / Ernst Moritz Erndt (1769-1860)[10] jî xwediyê wê ramana navdewletî bû, lê bi bandora bêtarên, ku bi ser welatê wî de hatin, bû welatperwerekî tund, û giraniya wê bandorê li ser nerîna xwe, di gelek helbestên xwe de, derbirand û got: “min welatê xwe di şoreşa xeydê de nas kir, û di dema şikestinan de jê hez kir”. Ewî ramanên Fichtê, di helbestên xwe de dubare kir.
Evê yekê li Firansayê jî deng veda. Helbestvanê firansî yê navdar Vîktor Hugo / Vicktor Marie Hugo (1802-1885)[11] di destpêka xebata xwe de, di nav refê alakvanên mêldariya navdewletî û yekbûna welatan, û nebûna sînoran de bû, bi bandora vê ramanê hêriş diber ser cengan, û aşîtiya cîhanê dipesinî, û bi vê daxwaza têorî tenê nekir, belê bi ser de jî nameyek bo kongira aşîtiyê, ya ku sala (1869) li Londunê hatibû girêdan, verê kir tê de cîbicîkirina raman xwe ji bo yekirina welatan xwast.
Lê gava, piştî hema salekê di pey wê kongirê re, ceng di navbera Firansayê û Elmanyayê de qewimî, Hugo pişta xwe di wan ramanan yal kir, û bû welatperwerekî bê hempa, û helbestên coşdar, ku giyanê welatperweriya şoreşgêr gumreh dikin, nivisand.