Avdarê

 

Mihemedê Seyid Husên

Avdarê: min digot qey..! oxira te hilatiye, min bawer nedikir ku tê wilo bizûtî ji rêwingiya xatirxweztinê vegerî, min digot qey..! roj, meh û demsal di helkefta newrozê de bêyî te naçin serî, Qamişlo bûka şaran cîwarê xoşewîst, bi şênewarên xwe yên resen ve, di zengelorka wê de asê maye xweziya girî.

*  *  *
    Avdarê: min digot qey ..! dê ji nav hemerengiya gulzarên te, Kawayê serdemê hevmil bi ronakbîrên kêşenas, dûrbîn û pêşzan re, yekrêziya kurdî ji nav pencên dirindeyên xure rizgar bikî, dê kîna birakujî û perçebûnê, bi hêrsa kurdewariyê şermezar bikî, û dê nifşên nûhatî mêweyên buhara azadiyê, li gelê kurd yê aştîxwaz biparvekî.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu şasiwarê peymanê ye, evîndareke peyrew û yekpare ye, tucar civanê xwe naguherî, min digot qey..! ezê di pêvajoya xwe ya bê gav de, di niştewariya xwe ya bê nav de, di pêşwaziya te de xûz bikim serî.
*  *  *
     Avdarê: min digot qey..! mîna baroveya mangirtî, te jî zimanê dayikê armanc kiriye, ne mîna bageroka hêç nasnameya xwe tewş li ser kaxezeke şîlove nîvisandi ye, li ser baskê seravê xewnên xwe li ber paleya têkçûnê kom kiriye.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey…! razên te di dilekî bergorkirî de nependîne, di soz û peymanên peligdar de zexeliyê tucar naguhêz zeviyên hemrahên xwe, tew xwe nakî tovê tometê, lêbelê tê lezgîntir bireve ji tan û niçên nefretê.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! gernejîna te dê bihêle ku helbestê ji tîpên zêrîn kêşesaztir bimeşiqînim, ji porê te yê mîna pêlên ceqceq, di nav ramusanên herikînê de, di helkefta cejna jinê û avê de hevdû gerden bikin.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu ne şerxwazî, lê hema arezûyên te pir çepla û tundrewîne, yaxud nexurdî ku pêşewatiya xwazgîniyên azadiyê bikî, hay bûme ku hewl didî arîşe û kemendan bişikînî, min digot qey..! tê ji bo min li ber dadgeha gunehkaran bergiriya parêzeran bikî.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu xweş zanî ku çolax û çeteyên rêbirr, dê xwîna nemirên te dêriz bikin, nema weke berê li keysebaziya korfersendeyan ewle dibî, nemaze ku hebxwe navê te di salê de gurrî dikin, min digot qey..! ajan û sîxur nema dikarin bidizî pilanan bigerînin, ku xaweriya navê te yê berz û bala erzan bifiroşin, wisa jî bêyî metehekî lêhêja te ji dîrokê bikirin.
*  *  *
    Avdarê: min digot qey..! tu heyva berya nîsanê, navê te pir evraye xanê, lehenga nêv azarên meha şahî û daxanê, çêja nasnameyê pir şêrîne canê, li şûna sura ba, av û nanê, diruşma han û halanê, mizgîniya baran û gulvedanê, cejna dayikê û komara Mehabadê, mujdeya rojbûyîn û koça Berzaniyê zindarê, cenosayda Helebçeyê, rivîna newrozê û qîrdana raperanê, herweku demdar navnîşana pêşesazî, tekoşîn û serhildanê.
*  *  *
…..komara Çîk…8-4-2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…