Em dizanin ku kar , ji hêla bêjesaziya teşeyê (formê) ve , dibin (3) beş :
-Karên xwerû (sade) .
-Karên dariştî (xurdezad) .
-Karên lêkdayî (hevbend) .
Raweya fermanî ji van her sê beşên karan ne wekî hev tê sazkirin .
– Karên xwerû :
Karên xwerû ew kar in , ên ku teşeya (forma) wan ji bêjeyeke rût (bê zêdebûn) û watedar pêk tê ,wek (çûn , dan , ketin , xwestin…) .
Raweya fermanî ji karên xwerû li gora vê rêzika jêrîn pêk tê:
[Pêşgira (bi) + binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)]
Binyata karên dema nuha jî , bi van pêngavan saz dibe :
1-Kar di dema nuha de :
-Çûn : Ez diçim
-Dan : Tu didî
-Ketin : Ew dikeve
-Xwestin : Em dixwazin
2- Avêtina pêşgira dema nuha (di) û paşkoka kesîn (im ,î ,e , in) :
– Ez di- ç – im = … ç … (binyat)
– Tu di – d – î = … . d… . = :
– Ew di – kev – e = … kev … =
– Em di – xwaz – in = … xwaz … =
Vêca raweya fermanî ya wan karên mînakan , li gora rêzika jorîn ev e :
-Bi + ç + (e , in) = biçe , biçin
-Bi + d + (e , in) = bide , bidin
-Bi + kev + (e , in) = bikeve , bikevin
-Bi + xwaz + (e , in) = bixwaze , bixwazin
Karê (gotin) jî karekî xwerû ye , lê karekî dûreh e . Anku dema borî ji jêdera xwe “gotin”bikar tê :
– Min got , te got……
Lê dema nûha û paşeroj , ji reha (koka) jêdereke winda , bi wateya “gotin”, wek (bêjtin , bêjan…) bikar tê :
– Ez dibêjim , ez ê bibêjim … .
Li vê gorê , raweya fermanî ji karê “gotin”dê bi vî şêweyî pêk bê :
– Gotin : Ez di – bêj – im = … bêj …
Raweya fermanî :
(Bi + bêj + e /in = bibêje , bibêjin )
Bi vê yekê em dikarin tekez bikin , ku raweya fermanî ya rast û rewa , ji karê (gotin) (bibêje) ye û raweya (bêje) bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye .
Hinek birader dibêjin , ji ber ku dengê tîpa (b) di pêşgira (bi) û (b) ya karê (bêje) de , dûbare dibe (bi + bêje ) bo sivikbûnê (bi) tê avêtin û raweya fermanî dibe ( . .bêje . .) , li şûna (bibêje) . Bi dîtina min , ev nêrîn ne cîgirtî ye . Ji ber ku karê “birrîn”û “barîn”jî bi tîpa (b) destpê dibin , lê fermaniya wan , li gora rêzikê , bi şêweyê “bibirre , bibare”hatiye û nebûye “birre , bare”, anku pêşgira (bi) nehatiye avêtin… .!
2- Karên Dariştî :
Karên dariştî ew kar in , ên ku ji pêşgir û karekî xwerû pêk tên , wek (daketin , rabûn , vekirin… .) . Raweya fermanî , ya van karên dariştî bêyî pêşgira fermanî (bi) pêk tê . Anku , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê :
– [Binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)] .
Li vê gorê , (rabûn , vekirin ) :
-Rab + e , in = rabe , rabin
-Vek + e , in = veke , vekin
-… .
3- Karên lêkdayî :
Karên lêkdayî jî ew kar in , ên ku bêjesaziya forma wan ji bêjeyeke watedar an pirtir , b .jeyek . û karekî xwerû pêk tê , wek (avdan , serjêkirin…) .
Raweya fermanî ji karên lêkdayî bi dû şêweyan pêk hatiye :
1- Bêyî pêşgira fermanî (bi) :
-Avdan : Avde , avdin
-Guhdan : Guhde , guhdin
-Serjêkirin : Serjêke , serjêkin .
Melayê Cizîrî dibêje : [1]
” Guhde awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe
Fehmê razê ger dikî , çawa dinalin çeng û saz”.
2- Bi alîkariya pêşgira fermanî (bi) :
– Avdan : Avbide , avbidin
– Guhdan : Guhbide , guhbidin
– Serjêkirin : Serjêbike , serjêbikin
– Derkirin : Derbike , derbikin .
Li dûmahiya mijarê em careke dî jî tekez dikin ku raweya “bibêje”ew a rast û resen e û ya (bêje”bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye .
Xanî dibêje : [2]
” Bû keyf neşêm çi ez bibêjim[3]
dêwane bibim duran birêjim “.
Zêder (Veqetandek) û Nîşandekên Verêsê (tewangê)!
Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye
û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina “Veqetandek”jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-
Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî , bi wê gorê dibin dû beş :
1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)
2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)
a – Zêderên pendî (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , “ê , a , ên”
Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza :
– Hevalê te birayê min e –
– Pismamê te hevalê min e –
A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :
– Keça Zînê xwendekar e
– Ev dara sêvan hişk bûye
ên : Ev zêder digihêje navên komjimara her dû zayendan (nêr û mê) , wek :
-Kulîlkên daran dibişkivin
-Dostên me herî hûn in
Berçav e ku ev zêder , ji bilî ku zayend û jimara navan destnîşan dikin , dibin alavên palvedanê[4] , navên palvedêr û berpal bi hev ve girêdidin :
-Welatê me ji hemû welatan şîrîntir e-
-Zeviya Temo avdayî ye:
Nav û hevalnavan (rengdêran) jî bi hev ve girêdidin :
-Zarokên piçûk perwaneyên zêrîn in –
-Kulîlkên rengîn xemla buharê ne
Hin caran zêderên pendî di hevokê de dûbare dibin , hingê zêdera pêşî wekî ku ew e (wek xwe) dimîne , ya dûwem , li gora watedariya hevokê , bi dû şêweyan berçav dibe:
1- Bi teşeya zêdera yekem û wekî wê jî navê Pêşîn , ji nav cor û celebên wî destnîşan dike û rewşekê (çi baş , çi xirab) bi ser wî navî ve berdide , wek :
-Birayê min ê piçûk xwendekar e
-Hevala we ya zîrek nexweş e
Di mînaka yekem de , ji nav birayan birayê piçûk hat veqetandin ku ew xwendekar e- Di mînaka duwem de xuşka min a nexweş zîrek e-
2- Zêdera dûwem bo rewş û pesindanê tenê tê xebitandin , , hingê bi şêweyî “î”tê nivîsîn – Ev teşe “î”jî ne durist e ku bibe veqetandek , anku navekî ji celebên wî veqetîne :
– Ey Xwedayê min î dilovan !
Di vê mînakê de , Xweda her yek e , tu cor , celeb , heval û mînak jêre nînin- Lê ku me bigota : (Ey Xwedayê min ê dilovan ) ,gerek xudayinî dîtir jî hebin- Ev jî ne durist e ku bê gotin-
Wilo jî :
-Ey dayika min î diltenk !
-Hey bavê min î têkoşer !
Çiku min bavek û dayek tenê hene – Mebesta min jî , pesindana wan e , ne veqetandin û danasîna wan e .
– Rastnivîsa zêdera dûwem wateya hevokê , ya herî rast û durist berçav dike- Anku , eger zêdera duwem bi navê berî xwe ve bê nivîsîn wateyekê dide hevokê , lê ku cuda bê nivîsîn , hingê wateyeke dîtir dide hevokê , wekî ku em bibêjin : Dû mirov bi navê Bedirxan hene , Bedirxanê bapîr (mezin) û Bedirxanê nevî (piçûk) .
Li vê gorê ku em bibêjin : (Kurê Bedirxan ê mezin pendeyar e) , bêyî ku em cihê zêdera “ê”destnîşan bikin , hingê em ê tûşî vê pirsê bibin :
Gelo di wê mînaka çûyî de , yê mezin kî ye ?!
Bedirxan e , yan kur e ?!
Destnîşankirina cihê zêdera dûwem , wateya hevokê zelal dike û dide zanîn , ka yê mezin kî ye!- Anku , eger em zêdera dûwem “ê”bi navê Bedirxan ve binivîsin , hingê , yê mezin wê Bedirxan be :
– Kurê Bedirxanê mezin—-
Lê ku ew zêder serbixwe (cuda) bê nivîsîn , hingê wê zêder li “kur”vegereû rewşa “mezinayê) jî wê pê ve girêdayî be , anku yê mezin wê ew be :
– Kurê Bedirxan ê mezin—-
Cudahiya di navbera her dû wateyan de jî ev e:
-Kurê Bedirxanê mezin (Bedirxan mezin e)
-Kurê mezin , ê Bedirxan (kur mezin e)
Ev jî dide zanîn , çendî rastnivîsa kurdî bandorê li rastiya wateya wê dike –
-Ji hêla rêzimanî ve jî , eger zêdera dûbare serbixwe bê nivîsîn , dibe cînavê pêwendî- Anku cihê navekî dî digire- Navê avêtî jî , ew navê pêşîn bixwe ye , lê ji bo ku dûbare nebe hatiye avêtin :
-Birayê min ê piçûk xwendekar e
-Xuşka te ya mezin mamoste ye
-Hevalên me yên gundî dilsoz in
Di van her sê mînakan de , cînavên pêwend “ê , a , ên “, cihê van navan (bira , xuşk , heval) girtiye- Çiku , reseniya wan hevokan ev bû :
-Birayê min (birayê) piçûk xwendekar e
-Xuşka te (xuşka) mezin mamoste ye –
-Hevalên me (hevalên) gundî dilsoz in
Bi egera ku ji pêvajoya hevokan wateyên wan tên zanîn , ew her sê nav hatine avêtin û zêderên wan cihên wan girtine û bûne cînav .
– Nîşandekên verêsê (tewangê) , yên navên pendî jî , herî ev in , (î , ê , an) :
Î : Digihêje navên berverês yên nêrzayên yekjimar
-Mala vî mêvanî li Hewlêrê ye
Ê : Digihêje navên berverês ên mêzayên yekjimar :
-Dibistana Zînê dûrî mala wêye –
An: Digihêje navên berverês ên komjimara her dû zayendan (nêr û mê):
-Konê Koçeran ji mûyê bizinan e
b- Zêderên Nependî :
Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî :
-Ev mirov hat dibistanê
(mirovek hat dibistanê) – nependî
-Ev mirov hatin dibistanê
( Mirovin hatin dibistanê) – nependî
Berçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû
erkên rêzimanî radibin :
1- Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî .
2- Jimara navên nependî destnîşan dikin :
Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :
-Mirovek hat mala me (yek mirov)
-Mêvanek hat mala me (yek mêvan)
In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :
-Mirovin hatin mala me ( geleg mirov)
-Mêvanin hatin mala me ( gelek mêvan)
Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :
Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :
-Pêjna mêvanekî biyanî tê-
-Hevalekî min koçber bûye-
E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê :
– Reşo mehîneke boz kirriye
– Sîmav keçeke zîrek e
(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :
“Δ: (nêrza) : Min hespinî baş firotin
– Mirovinî dost hatin cem me –
“E”: (mêza) :
– Fatê mirîşkine qelew firotin
– Min darine sêvan çandin –
Zêderên nependî yên dûbare :
zêderên nependî jî , weku yên pendî , di hevokan de dûbare dibin û rewşa navên zêdera pêşîn destnîşan dikin :
Î : – Mamosta şagirtekî xwe yî zîrek xelat kir
– Fatê dîkekî sor î qelew firot
E : – Sosinê hevaleke xwe yî jêhatî xelat kir
– şevnemê Keçeke bedew î jîr e
Zêdera nependî li pey navên nependî yên komjimar jî bikar tê :
Nêrza :
– Hevalinî min î (în) qenc penaber bûn
-Şivaninî[5] mêrxas î (in) zana hene
Mêza :
– Keçine xwenda yî (yîn) jêhatî li vir in
– Sêvine sor î (în) zer tên firotin[6]
Diyar e ku ev zêdera nependî , ya dûwem erkê alava pêwendî “û”dibîne û bi wê rolê radibe- Anku , rewşekê dispêre rewşekê û her dû rewşan bi navê rewşdar ve girêdide , wek nimûne :
– Min guleke sorî î bînxweş çinî
= ( Min guleke sor û bînxweş çinî)
– Sosin keçeke bejinbilind î bedew e
= (Sosin keçeke bejinbilind û bedew e )
Lê carinan jî zêdera nependî rewşekê dispêre navê berî xwe , bêyî ku rola (û) ya pêwendî bibîne :
– Min hevalekî xwe yî sozdar dît
– Mehîneke Reşo yî beza heye
Mîr Celadet Bedirxan derbarî zêdera navên komjimara nependî dibêje :
&& Herçî “e”ya ” hespine sor” , ev “e”di eslê Xwe de “en”bû û “n” jê ketiye û li şûna “hespinen sor”îro dibêjin “hespine sor”[7]– Anku , reseniya “n”di van gotinan de “Bizinine , hespine , mehînine”, “en” bû , lê bi dirêjahiya demê re “n”hatiye avêtin û maye “i”, wek nimûne :
Şêweyê Resen Şêweyê sivikbûyî
– Bizininen Fatê mirin bizinine —Fatê mirin
– Hespinen Şêrko hene hespine—- Şêrko hene
– Mehînen Reşo hebûn mehînine— Reşo hebûn
Di raweya verêsê (tewangê) de jî navên nependî , ew jî wek navên pendî , bi heman nîşandekan tên tewandin- Nîşandekên verêsa navên nependî ev in , ( Î , ê , an) :
Î : Digihêje navên nêrzayên yekjimar :
-Dengê mirovekî biyanî tê min
-Ev şopa lawirekî ye –
Ê : Digihêje navên mêzayên yekjimar :
– Pirtûkekê bide min
-Ez ê pênûsekê bidim te
An :Digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) :
-Ez û hevalinan , em ê herin seyrangehê
-Dostinan ez vexwendime ahengê
-Min li mala mirovinan , xwe veşartibû .
– Berpal : (Mudaf
Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî : -Ev mirov hat dibistanê (mirov hat dibistanê) – nependî -Ev mirov hatin dibistanê ( Mirov hatin dibistanê) – nependîBerçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû erkên rêzimanî radibin :1- Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî .2- Jimara navên nependî destnîşan dikin :Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :-Mirov hat mala me (yek mirov)-Mêvan hat mala me (yek mêvan)In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :-Mirov hatin mala me ( geleg mirov)-Mêvan hatin mala me ( gelek mêvan)Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :-Pêjna mêvanek biyanî tê–Hevalek min koçber bûye-E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê : – Reşo mehînek boz kirriye – Sîmav keçek zîrek e(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :”Δ: (nêrza) : Min hespin baş firotin – Mirovin dost hatin cem me -“E”: (mêza) : – Fatê mirîşkin qelew firotin – Min darin sêvan çandin –
Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina “Veqetandek”jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî , bi wê gorê dibin dû beş :1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)a – (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , “ê , a , ên”Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza : – Heval te bira min e – – Pismam te heval min e -A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :