Strana Evînê



Konê Reş

Ger tu ewrê reştarî bî
Baran, xunava te me.
Ger tu bihara rengîn bî
Gul û kulîlkên te me.

Ger tu gelî û newal bî
Çiya, zinarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Xan û hêlîna te me.

Ger tu Cizîra Botan bî
Mîr Bedirxanê te me.

Ger Qamişloka rengîn bî
Ez Cegerxwînê te me.

Ger tu Amûda çavreş bî
Seîd axayê te me.

Ger tu bajarê Amed bî
Tam şêx Seîdê te me.

Ger tu bi ol Êzidî bî
Şingal, çiyayê te me.

Ger tu Badîn û Şêxan bî
Hec û Lalişa te me.

Ger tu Edûla Millî bî
Derwêş Evdiyê te me.

Ger tu şêxa Serhedî bî
Bijîr mirîdê te me.

Ger tu Mêrdîna delal bî
Birast, keleha te me.

Ger tu Hewlêra paytext bî
Keleh, minara te me.

Ger tu ew Zîna Zêdan bî
Memê Alanê te me.

Ger tu ew Xeca zerî bî
Çak Siyabendê te me.

Ger tu Şêrîna Ferhad bî
Ferhad, dildarê te me.

Ger tu ew Nexşê Rewan bî
Rustemê Zalê te me.

Ger tu ew hespa kihêl bî
Taze siwarê te me.

Ger tu koçera beryê bî
Ez konê reş î te me.

Ger tu asoyê bilind bî
Bazê asmanê te me.

Ger tu ew (Bejna) dinasim
Heyranê bejna te me.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…