MERAQ

Merwan Berekat

Wekî çawa meraq dikim
ku li ser her mijangeke yarê
helbesteke coşê bihûnim
her weha jî meraq dikim
li ser her peleke zêtûnê
          nameya pakrewanekî… 
                                 nîgar bikim

Pir meraq dikim
li ser zimanê yarê
          peyvan payî bikim
û li ser lêvên wê
maçan serxswş bikin
her weha jî…
pir meraq dikim
ku vê axê ji girî hêsayî bikim
û riyên koçberiyê
          li nava deryayên xapînok…
                                        bigerînim
Çendî meraq dikim
di çavên yarê de winda bibim
û di neynika çemê Efrînê de..
                        xwe û wê bibînim
Piiiir û pir meraq dikim
ku xewnên evînê
di hemêza yarê de hişyar bikim
û çendî meraq dikim
bi telbîsê axa welêt
                 hêviyên xwe geş bikim
Zoooor.. zor meraq dikim
awirên yarê
min dîîîîn… dîn bikin
û ez di dawa Kobanê de
                   têêêr.. têr bigerim
Ji meraqê pirtir meraq dikim
ku tenê şevekê
serê xwe dînim ser sîngê yarê
û guhdariya…
           pêlên dilê wê bikim
belê…
û her weha jî meraq dikim
em bi hev re
ji gewriya Dicle
           mistek av vexwin
Çendî meraq dikim
di xwîna her Kurdekî de
meraqa koçkirinê
           bidim nişkekuştin
li hidurê welêt
û di reşika çavên yarê de
                werim zîndankirin.
Efrîn: 30. 08. 2015:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…