Werin, Em Bilbilê Çiyayê Botan Mihemed Arif Cizîrî Bibîr Bînin!

Konê Reş

   Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê. Anku di roja 17.12.2015 an de 29 sal di ser koçkirina wî re derbas dibûn. Werin, em wî bibîr bînin?!
   Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketibû.
   Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê nivîsandin, çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye.

Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxankir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.
   Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê a mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pêre jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirin re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe.
   Erê, eger bi xwendina Hawarê re ez sexletên nû di nivîsandinên pêşengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pêre ala hezkirina Selmayê bilind dikim. Lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.
   Dilşad û kêfxweş dibim ku di bîranîna 29 saliya koçkirina hunermendê kurd yê gewre Mihemed Arif Cizîrî de, wî bi van çend gotinan bibîr bînim û dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweş û geş bikim.
Evin çend firdik ji gotinên strana Bavê Seyro ya ku ji Mihemed Arif Cizîrî fêr bûme û carna ji xwe re dinihirînim:
Li min lo lo li min lo lo li min lo lo
Li min lo lo Bavê Seyro..
Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê
Kum û kolozê xwe xuar kiriye
Pala xwe daye cencerê
Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim
Heta li ser sînga min karê, karxezalê
Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo..
Li min lo lo.. Bavê Seyro..
Neqeba min û bavê Seyro tak dîware
Pînkê lêxe bîne xware
Sîng û berê min karê, karxezalê
Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…

Ebdûlazîz Qasim

(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)

Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…