Bêwar Brahîm
Kamiran, dem payiz bû, kanûnek di himbêza kanûnekê de xwe radestî çavên bendewariya bavê te (Mecîdê Haco) dikirin, qey dizanîbû ku destê payizê wê bi destê hevala jiyana wî bigre û wê jê re bibe?! Zanîbû ku diya te nedixwest bi destên vala here, êşa seqema bendewariyê û seqema xurbetê bi hev re hilgirt û piştî derbasbûna 14 payizan, vê payizê ew hilbijart, deftera jiyna wê tewand, xiste destê şahê mirinê û ew radestî kêleka li rex bavê te kir.
Berî 14 salan bavê te ji xurbeta sar û cemidî vegeriya welatê xwe, lê bi gewdekî sar vegeriya, ne bi wan çavên xwe yî bi hêviyên azadiyê dagirtî, lê bi çavên girtî û bi destê mirinê mistdayî vegeriya. Vegera wî bê hemd û hêl bû, wî ne ew veger hilbijartibû, lê qamçiyên qederê ji ser pişta xweziyan ranawestin û bayê felekê li pêşberî omîdan naweste. Piştî 14 payizan wê diya te di vê payizê de bi destên dagirtî çîrok û dilekî bi ronahiyê vêketî û dêmekî ji girnijînan bê pêjin jiyanê li canê bavê te vegerîne.
Kamiran, vê carê nameya min li ser baskên oxiran wê xwe bighîne te, karwanê peyvên min bi karwanê gelê rêwindayî re dimeşe û tîp bi tîp di asmanê vê gerdûnê de wê bike qêrîn û bibuhije, da bibin ewr û baran û dîsa li ser xaka vî welatî bibin barîn. Vê carê, ez çîrokên li ser pelên payizên bi baranên xunavî nivîsandî ji te re naxwînim, ne jî bahsa kolanên Qamişlo û Tirbesipê dikim, vê carê payizokên dilar û şewat konê xwe di sînga jiyana welatê me de xwe vegirtine, ev bêxwediyê vî konî ne dirize û stûnşikestî dibe. Li şûna dulik û dîlanan, sazilmaniyên deryaya xwînê qêrîn û hawarên xwe bilind dikin û li hev vedigerînin.
Kamiran, Tu kurê sê bavan î, Haco û Hesen û Mecîd, her bavek lehengekî welatperweriyê bû, cangorên Kurdayetiyê bûn, dem û dîrok dîdevanên wan in, deşt û çiya paşmêrên rojên wan in. Belgeyên fermî yên Firensa û Ingiltera mezintirîn şahidê kiryar û biryarên wan bûn, mirov ne xwedawende, lê ta kêlîka dawîn ji qonaxa bavê te Haco û kurên wî û neviyên wî û di serê wan de bavê te Mecîd, di wê xewna xweş de dijiyan ku rojekê dê Kurdistaneke serbixwe bi çavên serê xwe bibînin û heke ew nebînin kar û xebatên bê hedan dikirin da nifêşên pey wan re hebûna wê xewna hêja bibînin. Axatî ne ebeyeke li xwekirinê ye û ne jî darekî lêxistinê ye, wan bi nav axatî dikirin lê di rastiyê de xizmeta milet û Kurdayetiyê dikirin. Ji xwe (axayên rastîn yên xizmeta milet û welatê xwe dikin, yên din tev axayên derewînin…).
Hesret û keservedana bavê te Haco di guhê dîrokê de şax vedide, dibe birûsk û beledî, dema di ber destnimêja xwe re berê xwe dida çiya û digot:
Çiyako bav û birako
Xwezî ez di himbêza te de bama
Û bila benkê çaroxê gwîzeka lingê min xwariba
Kamiran, derbên bêbextiyê di pişta welatê me de nayên hejmartin, dijmin dibêjin, Kew dijminê mala xwe ye. Gelo raste Kurd dijminê Kurdê xwe ye??? Heke weha be jî em ê wê derewîn bikin. Raste bext ji bêbextiyê re tineye, reşebayekî bê ewleye, guleyên bi jehrin di piştê de ye… Lê, em ti caran tif li sifreya li ber xwe nakin û keviran di bîra ava me jê vexwariye de wernakin. Bext li bazaran nayê firotin, ta bêbextî wê ji xwe re bike bazirganî. Bext tovê mêraniyê ye û zeviyê wijdanê paqij û dilpakiyê ye. Dîrok dimîne şahidê dema xwe, çendî derew û bêbextî li ser zimanê wê belav bibin, yek peyv ji rastiya wê binerd nabe. Ji berî 85 salan ve bavê te Haco bi belgeyên fermî doza desthilatdariya xwesr li hikûmeta Firensa kir, doza avakirina artêşeka taybet bi Kurdan kir, hingê Ferensa desthilatdariya Sûriya dikir. Ji wê salê ta vê salê ku em xwedî desthilat bûna, îro kembera reş li ser milê xaka me nedibû al û welat li welatiyên sax û mirî nedibû goristan. Sed xwezî bi milyonên dijminan ji derveyî malê û ne xwezî bi yek dijminî ji hundirê malê. ji Hitler pirsîn kî dijminê te ye, vegerand û got: ew ên ku alîkariya min kirin da welatên wan dagirker bikim.

Kamiran, Ji zordariya rêjîmê û berdevkên wê û ta bi zordariya koçberiyê we welatperweriya xwe binpê nekir. Dem û dîrok ne dîwarekî xweparastinê ye, ne pireke derbaskirinê ye û ne jî bendaveke avgirtinê ye, ew şahidên serbûriyên vê gerdûnê ne. Ji kerema xwe, vê carê jî,peyama min bighîne Ciwan, Deysem, Ferhad û Bengî, bighîne Zerdeşt, Behrem, Goran, Zagros, Amed û Zîwer ku bav û bapîrên wan doza tiştekî li wan nakî, jibilî parastina Kurd û Kurdayetiya xwe pêve, ji ber zext û zorê, berî dehên salan we berê hespên jiyana xwe da pêvajoyeke din, we welat li şûna xwe hişt û karwan bi karwan we koç barkir, îro welatiyên welatê me, ref bi ref û karwan bi karwan û pêl bi pêl ji ber mirina eşkere direvin ber destê mirineke eşkeretir lê çavên xwe li ser digrin. Di navbera wê koçberiya we û vê koçberiyê de, welatên ku sînor nasnedikirin li ber lehiya êrîşkirina mirovan xwe bi sînorkirin, derya ji canên miriyên me reş dibin, daristan ji hejarî û belengaziya me dişewitin û rê di bin birçîbûn û pêxwasiya karwanên me de erdhej dibin.
Kamiran, ji wê payizê ta vê payizê bi dehan buhar hatin û buhirîn, lê ne war ew war bû û ne jî buhar xweş buhar bûn. Îro welat li nav pêlên rewrewk û leylanê de noq bûye, pirsa ku min matmayî dihêle dema yek pêrgî min tê û ji min dipirse: Tu hê li virî??? Em di himbêza welatê xwe de mane penaber, zordartirîn xurbet dema mirov li ser xaka xwe bimîne xerîb. Em nema xerîbê xakê ne, em mane xerîbê mirovantiyê, xerîbê hezkirinê û hevgirtinê û himbêzkirinê.
bûkên serbixêlî bê zavene, dayikên dest bi hine bi tilîliyan li pêşiya darbestên lawên xwe ne, ta deriyeke felatê vedibe, bi hezaran dergehên çareseriyê têne girtin. Min ji we re digot pireke vegerê di navbera koçberiya xwe û welat de ramidînin, lê milê kîjan beşî ji welatê me wê aliyekî vê pirê hilgire ser xwe? Tev mil kulin û yek naxwaze milê yê din derman bike. Welatê me bûye dojeh û koçberî bûye qirkirin, lê di navbera dojeh û qirkirinê de hê çavên xweşmêr hene ku cangoriyê ji bo hatina buhara azadiyê dikin, ev çav ne dinivin û ne xilmaş dibin, ji azadiyê bawerin çiqasî jî dereng bimîne lê ew qet bê omîd nabin, pêdarî û deyaxa wan nahêle bayê vê azadiyê bendewarên xwe diljan û bê aram bike û ji vejîna jiyanên nû bê par bibin.
10.11.2015