Siwara dilê min


Kamran Simo Hedilî

siwara dilê min
bîr û baweriya
hatina
min
roj
di çavên te de
dikene
dilgermiya te

siwara dilê min e
li meydana rûmetê
tu qublegeha min î
di rastiya
janejînê de
tu ronîtava min î
şanazî
bi baskên te
li asîmanê hişê
min difire
ba bihêvî
di guhên min de
navê te dibêje
bêtirsî

wêrekî
dildarî
û evîn
ala kolanên te ne
Hemrîn, Şaho û Herekol

Awazên
govend xweşkirina te ne
dilê Êzîdxanê
bi kelecana dilê
min
di rûbarê sekeftinê de dijenê
ez bindestiyê
ne bi gotinê 
bi
kiryarê dijîm
her kêlî wê xencerê
di mêjiyê xwe de
hîs dikim

şevtariya
giyanê gunehkar
baş dizanim û nas dikim
stêra hebûna
min
azadî
ez biqasî Yado ji Têlî
Elîşêr ji Zerîfe
ez ji te haz
dikim
tu ol û baweriya min î
11.11.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…