Merwan GEDO
Derfet Roj li pey hev dimeşin
Ne wek hevdû rûgeşin
Bi saya keda rojê Jiyan û evîn xweşin.
Roja xweş ne diyar e, yê bixwaze dildar e.
Bi dest û hiş û mejî, di gel ew bendewar e.
Bendewarî hêvî ye, ew bê xebat sêwî ye
Jiyan wisa dibûre, yê bê hêvî rêwî ye.
Çavên me li defetê, ew timî ji dû ve tê
Çivîk e tê ber derî, Ji nav hêviyê me tê
Çivîka me ziman e, nasname û derman e
Ku ji destan bifire, cihê wê li asman e
Dema derbas bû hundir, çavên beloq bûne gur
Rast û çep li hev nerîn, di nav wan de bû birbir
Ji bo goştê çivîkê, dest avêtin pêpîkê
Hundir tije deng kirin: Ka mesef û sênîkê
Nêvî bidin seroka, nêvî bidin zaroka
Mamosta ne xuyane, negerin li geroka
Ci zêrîn e ev derfet, civat tevde li hev ket
Çivîk bi tirs û bi hêrz, di pencerê re derket .