Beyar RobarîJi van gotinên jorîn tê xuyakirin, kû nasnameyên mirov zêdetirî yekêne, û her nasnamak ji wan bazingek û her bazinkek ya din temam dike. Lê herkî bazing ji mirov ve nêzîk dibe, w zêdetir pêve tê girêdan. Wek din em kanin bêjin nasname bixwe du cûrene ew jî evin:
Yekemîn nasname kû mirov bidest dixe, dema ji dayîka xwe dibe ye. Ew jî ayenda wî ye û duyemîn jî netewîtiya xwe ye. Û ev nasnameyan netên guhartin bi demê re, ger mirov bixwaze jî. Raste hin mêr hene, dixwazin birêya niştegeriyan zayenda xwe bigharin yanê bijin bin, lê ew bi sernakevin. Û mirovek çiqas hewil bide nikane ji netewatiya xwe derê û bughara. Hincaran mirov kane hevwelatiya dewletek din qezencke.
-Beşê yekemîn:
Xudan (dayîk û bab) didin zarokê xwe, wek ziman, ol û çad.
-Beşê duyemîn:
Vê beşê mirov bi xwe de qezenc dike, û bi zanabûn û ezmûneya mirove girêdayî ye, wek endametiya sazî û partiyan.
Nasnameya niştimanî:
Nasnama niştimanî ji çend nasnameyên biçûk pêktê, wek nasnameya herêmî, bajarî an zaravî û kêm netewî.
Di hundir her olkê de, gelek nasnameyên çûk û cûda hene, wek numîne di ola Felehî de, Ketolîk hene, Prostêstantî, Angilîkî û Artodoksî hene. Her wisa dinav ola Îslamî de, Sunî hene û Şîhî hene û Henefî, Şafhî hene.
Wek têzanîn, di hundir her zimanekî de, zaravên cûda hene. Hûn bala xwe bi zimanê kurdî û erebî din, çend û çend zarav xwe hene.
Her dîsan di hundir her pratiyeka siyasî de, komên cûda hene, em dibînin komek ji wan çepe û yek rast û yan navendî ye.
Ev nasnama bi zarav zimên û xwarin û tore, kinc, stran û reqsa xelkê her herêmekê ve girêdayî ye.
Pirsa din kû têkirin çawa guhartin di nasnameyan de tên pêkanîn?
Jiber kû nasnameyên qezenckirî, bi jîngeha derdora wê ve girêdayî ne, bi demê re hêdî-hêdî tên guhartin û şêwak din dibin. Û hin nasname bi carekê re tên guhartin, wek dema Slovak ji Çîkan qetînî.
Wek din pêwîste, ez ji bêjim kû pir zehmeta miletek an komek mirov li nasnameya kevin vegerin piştî berdana wê. Wek Kurd û nasnameya xwe ya ola Zaredeştî. Û em ji dîrokê zanin, pir mirov hene dema nasnameya digharin, paşê dijminatiya wa nasameya xwe berê dikin!!
– şerê di navbera Berzanî û Telebanî de, herêm kir du perçe.
– Bi karanîna du zaravan bi şêwak fermî (kurmancî û soranî).
– Têkeliyên Berzanî bi Turkiyê re û yen Telebanî bi Îranê re.

Şîrove (0)