JI TABLOYÊN ŞOREŞÊ

Merwan Berekat

Di sîngê çiyakî dijxew de
kevokeke yeksalî
bask li xwe xistin
hêdî.. hêdî
berbang dinikiland

û.. 
rengine pîroz
diyarî 
.tîrêjên 
rojê 
dikirin.
***
Li bajarekî dilêş
û kolankumişî
zarokekî sêwî
di ber sîmfoniya nalenalan re
serê marekî deqdeqî
û.. 
retelekî şevê
dipelixandin.
***
Li gundekî çiyayî
keçeke çardehsalî
guharên xwe
bi serê tivinga şervanekî xistin
û…
çar lîlî kirin.
***
Li qada serhildanê
nijadperestekî çavsor
û..
nokerekî serberjêr
xwe avêtin
ber solên dayîka pakrewanekî
wê..
wesêka kurê xwe
bi cî anî
û…
bi mistek ax
serê xwe hene kir
***
Li ser navika sînorekî
kevokekê..
birîna şîrmijekê derman dikir
û..
pinpinîkekê..
rondikên wê dimêtin
dem..
bîst û yekê Avdarê bû
***
Li goristanekê
nêrgizan..
bedena sirûdekê dişoştin
û..
tiliya zavakî hene dikirin
 hechecokan jî..
lîlî dikirin.
***

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…