*
Pêlbide pêlbide ey ala meya rengîn
Li wa ezmanê ciwan hişîn
Reng û şêweya te, çavên dijminan dêşîn
Ew roya ser rûyê te, delal zêrîn
Roja ronî nede, dilê me Kurdan tevî xemgîn
*
Ey ala mina çar reng
Kesek û sor û zer leheng
Û sipî, roj li ser xweş aheng
Roja azadiya Kurd, li 21` î adarê hilnetê dereng
Li seranserî Kurdistan pêlbide ey ala çeleng.

Şîrove (0)