Helbest u Vidyo

Tîrêjên çavên keçeke bi qasî dunyayê jan

Tengezar Marînî
 
 
Delaloka min,
 ez, kî ji birîndarkirina awira te gunehbar nekim?
 Çi stranê bo wî zarokî dibêjî?
 Kî dê çîrokên kalo û pîrê bo te bibêje?
 Li ser serê te sîber heye
 dilê te mişt kovan e,

çavên min ji awira te mişt giriyê xwînê
tu li nav roniyê yî
De delaloka min, 
birayê xwe li nav wî textî bilorîne, 
û xwelî li serê me bike,
bila êdî em li darbestan bibin

Delaloka min,
bi wê toza bin lingê xwe, min binax bike
û cîhanê jî.., 
hemî ên naxwazin li xwe mukur bihên
hemî ên li ser awira te û giriyê birayê te 
bazaran dikin,
peyvan difroşin, binax bike
Ez, di çavên te de, welatekî gunehkar dibînim
Di awira te de, cîhaneke tawanbar
Bila pênaûsa min bişike
Bila çavên min birijin
Ka çi peyv wê zorahiya êşa te hilgirin?!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…