Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) 1934 – 2011

Konê Reş

Melayê zimanzan û helbestvan.. Melayê ku di bin bandora helbestên hevalê xwe Cegerxwîn de şiyar û serwextî derd, jan û nexweşiyên civata xwe bû û li ber şêx Elaeddînê Xiznewî rabû.. Mele, Sofî û mirîdên şêx Elaeddîn jî, şerê wî kirin, ew bi dînbûn û kufrê tewanbar kirin û di encam de pir êşiya.. Jiyanek bi kul, êş û keder derbas kir.. Wî jî, ji kerba navê xwe kir Pirêşan.. Werin, em wî bibîr bînin û silavekê li giyanê wî bikin.

   Berî 4 salan di roja (25.01.2011) an de, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), yê ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk bû di nav Kurdên Sûriyê de, ji nav me barkir.. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên Kurd de tê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî de tomar kir.. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..
   Erê, ew mîna mirîdekî Barzanî bû.. Xemxurekî ziman û rewşenbîriya Kurdî bû.. Bi ked û westandinê; hezkirina xwe di dilê welatiyên xwe de çand û navê xwe zindî kir.. Erê, ez jî ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku cihê melayê Pirêşan buhişt be. Wî navê xwe kir PIRÊŞAN, ji ber ku ew di jiyana xwe de pirr êşiya.. Erê pir êş, jan, kul û derd dîtin.. Werin em bi hev re kurtiyekê ji jînenîgariya wî bixwînin:
   Mele Nûriyê Hesarî, di 1934 an de li Hesara Kercewsê çêbûye. Di nav Kurdan de bi naznavê Seydayê Pirêşan dihat naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji herêma Hevêrkan bû. Erê, Mele Nûriyê Hesarî berî 4 salan ji nav me koçkiriye, em jî bejna xwe ji bîranîna wî re ditewînin.. Mala wî buhişta rengîn be…
Wêne: Nivîskar Zeynelabdin Zinar, Mele Nûrî û ez, li mala mala wî, li Qamişlo.

Konê Reş, Qamişlo, 25.01.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…