Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

Konê Reş

  Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baş zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û şevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û şevbuhêrkê destpê dikir..?

  Bi guhdarîkirina çîrokan re zilaman çixare ji qutiyên xwe dipêçan û qutiyên xwe ji hev re davêtin.. Hundirê odê tije dûyê çixareyan dibû.. Min jî, xizmeta wan dikir, li ber destê wan diçûm û dihatim; av û çayê li wan digerand û bi wan re li çîrokan û şorên wan guhdarî dikir..
  Li gor ku tê bîra min wek van çîrokan dihatin gotin: Memê Alan, Rustemê Zal, Xanê Çengzêrîn, çîrokên Mîrê Bota, Guriyê Qedê (Siyamed û Xecê), Silêmanê Sindî, çîrokên Kose û Berkose, çîrokên Pîra Sihirdar, çîroka Zeynebat sed û yek bi serî de hat wek ku nehat, çîroka Çoder, çîrokên Şêr, Gur û Rov.. û gelek caran jî stran di nav re dihatin gotin..
  Destpêka civatê xeberdan ji aş û bajar bû; bi qalûqultên gundiyan destpê dikir; filan çûye Amûdê.. Bêvan cotê xwe xelas kir.. Mêvanê Hemo ji Serxetê hatine.. Mainek bi sewalên Rigo de teqya ye.. Wê Mano keça Şerîfo ji kurê xwe re bixwaze.. û çîroka şerên Bûbilana û Temika li ser gundê Nicim û Xerabkortê çardegîsin dikirin..! Qala berberiya Omeriya û Bûbilana, Mehmûdkiyan û Etmankiyan dikirin.. Mêraniya Elîkê Bettê û Şemûnê Hina Heydo ji hev re digotin.. Behsa şewata bajarê Amûdê û reva Seîd Axa Deqorî ji ber balafirên Fransîzan dikirin.. Qala misilmantiya eşîra Bûbilana ya ku li ser destê şêxê Darê misilman bûye ji hev re digotin û di nav re qerf û henek li hev dikirin wek vê qefê: Ji yekî ji eşîra Bûbilana pirsîn: Hûn Êzidî ne an Misilman in? Li wan vegerand: Bi Pîr Kemal, kalkê min Êzidî bû, Şêxê Darê dibêje hûn misilman in?
  Du-sê pismamên bavê min hebûn Birko, Şikrî û Silo baş zanîbûn çîrokan bêjin, tim li odê bûn. Dema ku ode ji mêvanan vala ba, min doza çîrokan li wan dikir.. Ku ne bidilê wan ba, ji min re digotin her ku em gotinekê an hevokekê bêjin divê tu bêjî ê. Û wiha, bi her gotinek wan re min digot ê.. ê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…