Dr. Abdulazîz Ferman û Dîwanên; Dûriya Welêt, Evîn Li Welêt û Hezkirina Li Welêt

Konê Reş

  Qet min bîrnedibir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvan e.. Bi tenê min ew wek bijîşekekî serketî ku xwendina xwe li li dervî welat Sovyêta berê (Moskova) bi dawî aniye û ew 3`mîn bijîşkê kurd e ku nexweşxaneyeke taybet bi navê (Nexweşxaneya Ferman) di sala 1986`an de li Qamişlo avakiriye, piştî nexweşxaneya Hersan û Nafiz.  Havîna 1999`an bû, dema ku min di rêka mamoste Rezoyê Osê re nas kir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvane jî û ji kurdên Rojava yên yekemîn e ku li Ewropa helbest bi zimanê dayika xwe, di bin naznavê (Can Salar) de afirandine û dîwanek helbestên wî li Swêdê sala 1978`an bi navê Dûriya Welêt hatiye çap û belavkirin.
  Berî dor du heyvan Dr. Abdulazîz Ferman, di rêka xwarziyê xwe mamoste Eyad Abdulkirîm ji min xwest ku ez pêşgotinekê ji dîwana wî ya sêyemîn re bi navê Hezkirina Li Welêt binivîsim.. Piştî ku min dîwanên wî xwendin, min ew ji nêzîk ve naskir; nexasim piştî xwendina her du dîwanên wî yên pêşî (Dûriya Welêt/ Swêd 1978), bi pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza û Reşo Zîlan û dîwana (Evîn Li Welêt/ Qamişlo 1999), bi pêşgotina Rezoyê Osê xwendin.. Di encam de, min jiyan, niştimanperwerî, raman û helbestvaniya wî baş nas kir.
  Dr. Nûreddîn Zaza di pesnê wî de wiha dibêje: “Salar yek ji wan xotan e ku, tevî xwendina xwe ya bijişkiyê (Doktorayê) û têkoşîna xwe ya siyasî, bi kurmancî nivîsandin ji xwe re kire armanc û ev dîwana çeleng anî meydanê.. Ez bawer dikim ku ev destpêka xebata helbestvanê me yî nûgihiştî ye. Em hêvîdarin ku ew ê dom bi nivîsandinê bike û ji me re eserêne giranbihatir bîne der..”, Mamoste Reşo Zîlan jî wiha dibêje: “Dîwana C. Salar, ji birê welatparêzî û yê evîniyê pêk tê. Birê welatparêziyê ji aliyê zencîreya dîrokî neqş û nîgarkirina şoreşa Kurdistana Başûr ve pir giring e.. Wek xortekî jîr û dilsoz, wî hem xwendina xwe pêkaniye û hem jî wek welatparêzekî xwe bi doza rizgarî û gerdenazadiya gelê xwe ve mijûlandiye û di nav rêzên têkoşîna siyasî ya kurdan de cihê xwe wergirtiye.. Heçî zimanê dîwana wî ye, pir paqij û zelal e. Ev jî, bedewbûn û hêjabûna afirandina wî zêdetir dike..” Mamoste Rezoyê Osê jî di pêşgotina xwe de wiha dibêje: “Piştî bîst salan ji derçûna dîwana pêşî, helbestvan dîwaneke din dide cape, lê salên1998-1999 naveroka vê dîwana nû beqef dikin. Dimîne mirov xwe têxe wê behweriyê, ku hozanê me Salar di van bîst salan de, bi karê xwe yê bijîşkiyê daketibû û vî karî valayî bo nivîsînê jê re ne hiştibû.. Lê, ne veşartiye ku hozanê me dil bi kul û perşikestî, piştî têkçûna şoreşa Barzaniyê nemir, sala 1975, li welêt vegeriya û hesteyên (Dûriya Welêt) bi evîneke veşartî dipêçe, da vê evînê bi rondikên gerim di sebeta sînga xwe de bilorîne û bendewarê demê bimîne..”  .
Ma, piştî gotinên van intelektuelên kurd ez ê çi di pesinê helbestên vê dîwana wî ya nû (Hezkirina Li Welêt) ya 3`yemîn de bêjim?
  Helbestên wî bi zimanekî sade kurdî hatine hunandin, naveroka wan li ser zîlana niştimanperwerî, evîndarî û civakî hatine gerandin.. Armanca xwe bi zelalî di helbestan de aniye ziman.. Di baweriya min de ku di hunandina helbestê de jî, xwe westandiba wek ku xwe di warê bijîşkiyê de westandiye, wê wek helbestvanekî navdar di nav kurdan bihata naskirin û deng vedaba.. Lê xuyaye mijûlbûna wî bi bijîşkiyê ve, li talanê wî yê helbestvaniyê xistiye.. Rê nedaye ku alavên xwe di hunandina helbestê de bikar bîne.. Tevî vê yekê, ez Can Salar (Dr. Abdulazîz Ferman), tekane bijîşkê kurd yên ku helbest bi zimanê kurdî afirandine, dibînim.
  Ji qonaxên ku Helbestvanê me Dr. Abdulazîz Ferman (Can Salar) di wan re derbas bûye:
  Di sala 1944`an de li gundê Çaxirbazar çêbûye. Li Çaxirbazar û Qamişlo xwendiye, di sala 1966`an deçûye Ewropa ji bo xwendina bilind.. Di sala 1975`an de doktoraya xwe di bijîşkiyê de ji Zankoya bijîşkiyê ya yekem di Moskoyê de ya bi navê Sitşînov (First Moscow State Medical University named after Sechenov), bi serketin wergitiye.. Di sala 1979`an de jî, pisporiya xwe di warê nexweşiyên jinê de qezenckiriye.. Di salên 1966-1968`an de serokatiya komelaya Xwendekaranên Kurd li Bulgaristanê kiriye.. Di pey re ew serokatî li Soviyêta berê jî berdewam kiriye, digel ku berpirsyariya Alpatî li Mosko dikir.. Di destpêkê de, di bin bandora Seydayê Cegerxwîn de dest bi hunandina helbestê kiriye.. Paşê, van helbestvanên Rûsî, ew bêtir ber bi hunandina helbestê de dehif dane, wek: Alexander Pushkin, Mayokovsky, Sergey Esenin, Alexander L. Blok..
  Di warê welatperweriyê de jî, dostaniya wî bi van siyasetmedar û intelektuelên kurdan re hebû: Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Hemîd Sîno, Hemereş Reşo, Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Dr. Roj Nûrî Şawîs, Kerîm Husamî, Dr. Nasih Xefûr, Dr. Mihemed Salih cumaa, Dr. Circîs Hesen, Selah Bedreddîn, Zibêr Hiso Ferhan, Ferhad Haco..
Konê Reş/ Qamişlo 03/04/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…