Bitirse ji min…. Bitirs

Alan Hemo
Bitirse ji min…bitirs
Ji pînên ser cilên min
Ji hepriya diya min î qetyayî
Ji tilî û simbêl ê bavê min î zer
Ji zarokekî dereng diran derketî
Çimkî zû şîrvebûyî
Zû dest u lepên xwe miştî
Zûde tî
Zûde birçî
Bitirse ji min…bitirs
Ji destê terikî binas
Tenê rahijtîye çenqel û das
Ji heq xwe nedî pênûs û qirtas
Nenivîsî maf û nequlabte mas
Destê ji can biyan
Ji milet re bikar nehat
Das a dujmin
Pênûs a dujmin
Tiving a dujmin
Talî qeyd xelat jê re hat

Bitirse ji min…bitirs
Ez im sêwiyê Lozan
Min kir, û bê par mam li Çaldîran
Xwîna min bû hibra pênûsa wan
Saiks û Bîko ez bê pismam hiştim
Li qorziyê sînor bihisret û kîn hiştim
Koletî ji min û nevîyan re muhir dan
Zeblet geryane li bin zincîr û qeydên giran

Bitirse ji min…bitirs
Dujmin di bîna min î fereh derbas bû ye
”Bîn ferehiya zêde bênamûsiye” pêşiyan wisa gotî ye
Gelek xwîn bi serê min ve hişk bû ye
Bê derman û girêdan axivî ye
Şehîdê min hîn şiyare
Bihildana tolê merezdare
Kêla ber serê wî sincirî ye
Bigir û kîn tewrî ye

Bitirse ji min…bitirs
Ji mêrekî xwişka wî firotî
Dê kuştî, jin beravêtî
Mêrekî fedîkar ji gundiyan
Bê bajar, heval û hogirê rêyan
Mêvanekî li ber dergehan
Birye gelek sîfatên seyan
Bê maf, eşq xwedî
Wefadar, ji zulmê re har

Bitirse ji min…bitirs
Ez im yê bidestnimêj serjêkirin
Cilka nimêja wî biser werkirin
Ez im yê bitermê xwişka wî wêne birin
Kuştin û ji Quraanê biryar birin
Xencera pişta Omer û Osman di sînga min de
Vegerandin li min zemanê alride
Himber min Alî û Omer bûn pismam
Dest li min dan hev û hiştim xulam

Bitirse ji min…bitirs
Ez im lawê çîna ji hev ketî
Binya civakê raketî
Keç û kurên min bi çanda dujmin dilketî
Li pêş wî bêkêr û ji çav xwe ketî
Ji zimanê xwe fedîkar
Bibêjeya dujmin serbilind û bextewar
Bibawerî dijmin paşa û mîr
Didil xwe de hejar û feqîr
Pêş zêr û diravan stuxwar
Bi wê bû ye wekî dewar
Payîzan serjêdibe û paşe goştî xwar

Bitirse ji min…bitirs
Ez im kewê li bende ref
Biqebqeb û dav û gef
Dîroka kew ya min e
Di vê de kew mamostê min e
Ha ha li Kerkûkê qebqeba min e
Efrîn îro nîçîra min e
Ger ez giham, kuştina kak û heval karê min e

Bitirse ji min…bitirs
Bitirs çimkî ji xwe ditirsim ez
Bi vê dîrokê li xwe talan kirî zevî û rez
Nebûm şivan her ez mam pez
Diz şivane û hogir li min guhderz
Kew û kurmê darê werdigrim ez jê ders
Ta ez ev bim, tu li min serî berz
Ta ez ev bim, tu li min serî berz

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...