Jin û pirsa wêjeyê – 2

Mizgîn Hesko

Belê…Di dirêjahiya dîrokê  de jinên berhemdar û behremend hebûn, li gorî piraniya jêderên cuda, li piraniya welatên heyî , heman jin li rasta zulm û zorê dihatin, hest û nestên wan, xwestek û daxwazên wan ne dihatin bihîstin, wekî mirovên qatên jêrîn dihatin pejirandin.
Civaka mêran ku her tim desthilatdar bû, ew di bin kontrolê de hiştinbûn..her û her ji wan dihat xwestin ku ya baş ew e ku ew jinên malên xwe bin , guh bidin xwedîkirina zarokan û xwestekên mêran.

Tê gotin ku di çerxên navîn de, jin ta li vê Uropayê ji milk û samanên
mêr dihat pejirandin, piraniya caran hespê mêr jê nirxdartir bû, ji ber
zulma bav dihat ber sitemiya mêr, û mêr dikarî bû bi hesanî wê bifiroşe
yan biguhere.
Her weha hin mêran devê jina xwe bi maskên hesinê kilît dikir, da ku êdî nikaribe bi`axive, yan jî bi hin cureyên hesinî endamên wê  diveşart û bi kilîtan asê dikir, ev ji tirsa ku têkiliyên sexsî bi hinên din re bike.
Mirov matmayî dimîne, îro jî hin tiştên weha dibin ,lê belko bi hin şêweyên din .
Belê di hin serdeman de, keniştê û qata keşeyên dêran ew jinên xwedan hiş û bawerî, xwedan behrî û hoşiyarî mîna dînik binav dikirin.

Bav yan jî mêr ew jin radestî keniştê dikirin, li vir ew li rasta pir cureyên işkencê dihatin, şîşeyên hesinî di zikên wan de diçikandin da ku ew( Iblîs) ji nava wan bête der. Jin bê rawestan dihatin daxdan ta ku xwe radest bikin.
Ne ku Jinên afrêner dînik bûn, lê ji keniştê dihat xwestin ku wan li rasta tunekirinê bînê û bi çend şêwazên işkencê wan bîne ser rê, riya ku bi tenê xizmetkarên mêran bin , bi roj karên malê yê dijwar û perwerdekirina zarokan, û bi şev bi xweşiktirîn reng û form xizmeta wan ya Sexsî bikin.
Her weha ew ciyên ku jinên laşfiroş di wan de dixebitîn girêdayî bûn û keniştan pere ji wan werdigirtin.

Di wan civatan de,hest û nestên jinan , xwestek û daxwazên wan ..pêkenok bûn.
Jinên xwedan karîzeme..jinên nivîskar û nivîskarî ji tabûyên herî mezin bûn.
Tekez hîna wê demê, civaka mêran nedixwest ku jin ji bilî rola xwe a xwezayî( Jin û dayikbûn) bi ti rolên din rabe…nexweşiyên derûnî, ezeziya mêr û hin irf , adetên civakî û hin ji yasa û zagonên olî..  sedemên wê yekê bûn ku jin paşketî û nezan bimîne.
Hîn li nav pir ji civakên me yên rojhilata navîn tirs heye ku jin rê bibîne  li ba me kurdan û li gorî ez balê didimê pir ji mêrên kurd meyledarê jinên nezan in, ev tekeziya wê yekê dike ku jina zana bela serê mêr e,ji ber ku mêr nikare qet jina jîr û zane bixabîne, mafê wê yê mirovanî ,civakî,  derûnî , aborî û hwd. bixwe.
Piraniya caran heman mêrê mîr di malê de û di çavê jina xwe de, heman mêr dikare bibe berdestîkî jineke qeheb û bê nijad.
Komblêkseke mezin e, sedemên xwe hene,sadiyet û psîkolojiya hinek ji mêrên rojhilatî û kurd, civaka ku hemû maf xistiye destên mêran, olên cuda ,û hwd.
Lê li vir bila em jibîrnekin ku gelk car jin bixwe jî alîkariya heman mêran dikin..!

Ji jina behremend tê xwestin ku li ber xwe bide, nemaza jina kurd,,,ji dil dibêjim : dê kes destên te negire…bihêz be û biryara xwe bide, li ber behriya dil û hestên xwe bide. Dê rojekê yên li hawîrdorî te radest bibin û dê hunera te bijî, tê biserkeve, û dê heman kesên ku li dijî te bûn , payê xwe bi te bidin, dê bibêjin ev keça min e, yan xwîşka min e, yan jî jina min e, yan jî dayika min e.
Jiyan weha ye, pêdiviya me pê heye ku em li ser rêka xwe bin û xwe ragir bin.
Jin.. mirov e, bi wateyeke zelal jin mîna mêr xwedan aqil e,,,û gelek caran bi heman aqilê bîrewer û zîrek ew ê mêr li pey xwe hiştiye,,lê mixabin hemû derfetên heyî bêhtir di xizmeta aqilê mêran de ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…