Pîrka min bû ew jî hat.. Strana tinazger di civakê de, hunermend Imad Kakilo wek nimûne

Bavê Zozanê
 
Bêguman rexne û tinazgerî wek awayekî axaftinê yan jî wek rengekî ji rengên dan û standinê yan jî wek rêçeke çaraserkirinê ji bo vekirina girêk û astengên civatê, pir caran ev reng û şêwe di nav hemû gelên cîhanê de, Kurd jî di nav de, pêk hatiye.
Wisa ku rexne li civatê tê kirin yan jî civat tê rexnekirin ji hemû mil û astên xwe ve mîna ramyarî, civakî, aborî, rewşenbîrî….Ku kêmasiyên civatê û eyb û arên wê bi rengekî tinazî tên gotin yan jî ber bi çav dibin wek ku carna -komedya reş – nav tê lêkirin ku ew hevoka navdar tê bala mirov – Şerê xirab, ku me dikenîne -Vêce wisa ken ji kûrahiya mirov derdikeve ji nîvê rehan ku bi awayekî tinazî birînan vedike paşî melhem jî dike.
Awayê tinaziyê pir in, axaftin e, deng e, meş e, nîgarî ye, stran e, paş û cîguhistina hevokan e, guhartina peyvan e, wek strana -Êşek kete dilê min – bi tinazî tê gotin – Mêşek kete guhê min.
Hunermend Imad Kakilo ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî, di vî warî de cihekî berz û bilind standiye ku em dikarin navê bavê strana tinazî lê bikin. Ku tu babet nemaye Imad kakilo ser nestraye bi rengekî ken bi rengekî tinazî ku wisa xirabe wek çûkê Heseno tazî û zelût dike bê ku bi xwe bihesin hemberî gel.
Hêjayî gotinê ye ku ev stranên trajekomedî û tinazî hemû ji nivîsên Kakilo ne, ji awaz û gotinên wî ne, lê carna ji folklor jî sûdê dibîne.
Ez dikarim bêjim ku Kakilo karekî pir giranbuha di vî warî de dike, cihê rêz û hurmetê ye em serê xwe jê re bitewînin ku ew wisa tiliya xwe dideyne ser hemû nexweşiyên civakê û dîsa bi tilîka xwe wan êş û derdan riswa dike, wan kiryarên kirêt tazî dike wisa jî çareser dike bi dengekî xweş û zelal bi dev li ken û tinazî.
Kakilo li ser hemû beş û warên civakê straye wek hunermendê gelê xwe ye avokatê milet e, di warê aborî de straye, li ser penaberiyê û Facebookê û hilbijartinê û şekir û mazotê, û ta li ser hevalên xwe yên hunermend jî wek şîniya wan kiriye.
Kakilo bi bûyerê re ye wek dûrebînê ye gav bi gav dişopîne, di nêv gelê xwe de ye ta ku tevan dev ji welat qeriya, wî jî da ser şopa wan. Kakilo dibêje pêşî ez xwe rexne dikim piştre gelê xwe ku wisa me tevan dev ji welêt qeriya ta pîrika min ma bû ew jî hat:
 
Kesek nema li welat              pîrika min bû ew jî hat
Kalkê min maye bi tenê         dibê ez nakim terka welat
Almanya bû nexweşî           çi bela bû bi ser med hat
 
Stran dirêj e, xweşe bi rengekî komedî Kakilo dixwaze vê bobelatê çareser bikê, lê mixabin ew û pîrika xwe herdu tevlî vê pêlê bûn.
 
Dîsa Kakilo li ser koçerbûnê û li ser sergêja xortan ku çawa xwe bi erzanî difroşin dibêje:
 
Her manî û manî û manî
Kurdo bûye Almanî
Ji bo xatirê cinsiyê
Pîrek heftê salî anî
Ji dêvla hingulîskê
Taximê dirane jêr anî
Navê xwe Cosêf danî.
 
Kakilo kul û derdên jiyana xerîbiyê di vê stranê de berbiçav dike û dide xuyakirin ku her tişt di dema xwe de xweş e. Bi rastî jî, hişkol û xwendin di temenekî mezind e zor in:
 
Vê qanûnê vê yasê             em gerandin li parsê
Li ber deryê Cobcenter      sosiyal, Şipar parsê
Piştî emir derbas bû            va dîsa em çûn Medresê
Em ketin tora Anise.          nizanim navê dersê.
 
Berî Kakilo wek penaber li Ewropa bijî, hîn li welat bû klîb û stranên tinazî ji bo civata xwe çêdikirn û dijî edetên nebaş radibû wek klîba -Qeda bi kevê feqîriyê- hemî urf û adat û kar û barê gudiyan ber bi çav dike wek Palayî, avdanê, xwedîkirna pez û çêkirina kelpîçan û pir tiştên din ta ku dighe standina erdê cotkaran bi zorê, ew li ser wê zor û zilmê radibe û dibêje: Ev çi hala em ketinê!
 
Ew bi rengekî eşkere wan bazirganên xwînmij riswa dike ku bi tonan şekir didizin û hiltînin qene çend qirûşên zêde qezenc bikin ji bilindbûna bihayê wan pêdiviyên veşartî:
 
Şekir nema li gund û li bajara
Ji ber me veşartin van ticara
Rajin tefşo mîkut û quite dara
Êrîş bikin dikanê va neyara
Bav û bira firotin bi dolara
 
Çawa Kakilo li ser şekir dibêje, wisa jî li ser mazot û elektrîkê dibêje:
 
Way way way ka qanûna dinyayê
 
Mazot nema em qufilîn
bê kehreba em behdilîn
Qamişloka delalî
lê vebûn hezar birîn
kaniya petrol û genim e
xelkê wê rezilîn
 
Helbet ev gaziyeke kûr û dirêj e bo wan kesên rêvebir ku bêguman hêminiya civatê û peydakirina erzaqên milet wisa bi bihakî erzan ji wan tê xwestin berî gel û civatê
 
Çûko rebeno
tu ketî xefka Heseno
War û hêlîn xirabû
Ne qirşik û ne beno
 
Dîsa Kakilo ji bîr nake ku ev bobelata ku hatiye serê gelê me destê siyasetmedarên me bi kûrahî têde heye ku her deh kes rabûn destê hev girtin û xwe kirin partiyek qene bikeve bin çengê vî baskî yan baskê din wisa jî mûçeyekî heyvane wergire:
 
Emrê me çû bi ebasî
Kî rabû bû siyasî
Milet ber linga çû
Hevrêz bû wek masî
ma em bixun nanê tisî
 
Kakilo ji bîr nake ku mislmaniya ne rast pir komên terorê çêkirine ku bûne wek bombên dem eyarkirî, dema ku dixwazin xwe di nav gel de diteqînin ku bi vî karê qirêj wek buhiştê ji xwe re peyda dikin, ew buhişta ku Cegerxwîn bi minet nedibir:
 
Şevê dî ser Skypê
Min dî yekî bi gela bî
Riya wîna mitroke
Diştexilî bi Erebî
ma kuro te xêr e
go selî elnebî
mi zanîbû ez ketim
tora yekî irhabî
 
Kakilo li ser gundên welat jî bi awakî henek dibêje:
 
Dodayî ne hindik in
Teht û kevira hûr dikin
Hecî xelefê gedo
Alem şêwra wî dikin
 
çaxa azana sibê
bi melê xwe re şer dikin
 
Kakilo dost û hevalên xwe yê hunernend jî ji bîr nake û bi dilekî şewat ser şîna Adilê Hiznî dibêje ku pilingê govend û dawetan zû ji Qamişlo bar kir loma rût û sar kir:
 
Lêlê lê wayê felekê lê wayê xayinê lê wayê
De pêjna bavê Varoj li bajarê Qamişlo nayê
 
Wisa jî gazî Mihemed Şêxo dike û dibêje rabe Bavê Felek va dîsa nêrgiz çilmisîn.
 
Kakilo dervî rojava jî diçe wisa bi dilekî şewat ser hilbijartina Başûrê Kurdistanê ku di 25.9.2017an de hate li darxistin, dibêje ku sê êlê Kiwêtî bûne dewlet lê çima Kurd 50 milyon hene hîn bê dewlet in ku wek sêwiya li xurbetê belav bûne:
 
Xiyanet e xiyanet
Xencer li pişta me ket
Bi dolar û kursiye
firotin xewna milet
 
Dîsa ser kiryarên xirab ên serokwezîrê Iraqê Ebadî dibêje :
 
Inte taliq ya Bexdad
Kurdistan erd elecdad
Ya Malikî û Ebadî
Intû demirtû Iraq
ya ehl send û nîfaq
Kurdistan cene xedra
 
Dawî tevlî ku ez naxwazim gotara xwe bi dawî bikim ji ber ku baş dinasim ku hunermendê me yê dev li ken Îmad Kakilo mîna deryak bê binî ye bi dehan stran û tinazokên wî hene vêce ewqasî newêrim xwe nêzî wî bikim ditirsim bi rastî ew bibe serok wek ku dixwaze:
 
Xwezî berî mirinkê
Ez ji xwer bûbame Reîs
Li dora min tev esker
Muxeberat û polîs
Teyara siwarim
Herim London û Parîs
Vegerim Amûdê
Xweştir bikim ji Parîs
Ser Facebooka deynin
Kakilo bûye reîs!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..