”Pênûsa Nû” hejmara 68 derket

Hejmara 68 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê
Nivîsara sereke:
– Kurd û balindeyê fonîks/ Mizgîn Hesko.
– Efrîn nakeve, teknaçe/ Boniye Cegerxwîn.
Nerîn û Gotar:
– Banga nivîskara Afxanî bo jinên cîhanê/ Ferîda Ehmedî – werger: Ebdulbaqî
Huseynî
– Nameyek beheyedarî/ Hadî Behlewî
– Lîstikên biçûk ên dewletên gewre/ Ezîz Mamoyan
– Ji bîranînên min ê 12ê Adarê 2004an/ Lewend Dalînî.
Dîrok:
– Şoreşa Barzan 1945-1958 (Berê siyem)/ Daner: Serok Mesûd Barzanî – werger: Merwan Mistefa
– Ji bîranînên têkoşerekî Kurd: Ehmedê Ebdirehman Axaê Şûzî (Xeleka 3)/ Xorşîd Şûzî  – Hişê xwe deyne ser maseyê- 5/ CanKurd.
Ziman:
– Ferhenga ziman (Xeleka 6)/ Selah Mihemed.
Folklor:
– Feqê Teyran (xeleka 5)/ Lukman Sileman.
Çîrok:
– Destê sibê(xeleka 1)/ Beyar Robarî  
– Qapût(xeleka 2)/ çîrok: Nîqolay Gogol – werger: Merwan Mistefa  
– Dema evîna kevin nû dibe!/ Ebdulbaqî Huseynî.
Lêkolîn:
– Êlên bakurê rojhilatê kurdistanê (Xeleka 3)/ D.O.Blau- werger/ CanKurd
– Hayku yên Japonî.. (Xeleka 2)/ Nizar Mohemed Seîd  
– Ji Hewarî ya Haciyê Cindî (3)/ Çetoyê Zêdo.
Helbest:
– Sîseban nuhar (1)/ CanKurd ….. Vaye Newroza me hat/ Boniye Cegerxwîn ….. Ristikên ji janên hûnayî/ Hadî Behlewî ….. Barîna
dêrîn + Avesta Xabûr/ Beyar Robarî ….. Ji bo çi …?/ Ferhad îcmo û Selah Mihemed ….. Kurdax / Hejar Botanî ….. Pirtûka
xewnan/ M. Medenî Huseynî ….. Çiyayê Kurmênc/ Giryan Seyro ….. Newroz/ Msûd dawid ….. Keçin bê vian+Dîsa bû ferman/
Hewar Zahir ….. Newroz+Ahîna dil+çavê yara min+ pêlke min+wehîd kovalî / Dr. Omîd Aşîtî ….. Şaxa zeytûnê / Senar (Mûsa
Qulîkî Mîlan) ….. Johann Charlotte Unzer / werge: Tengezar Marînî ….. Bayê Helbast+sirûda Gulên biyan/ Rêber Hebûn …..
Baran+Pîvan+Roman+Cejnek+Dayik/ Helbest: Şêrko Bêkes- werger: Ednan Bedreddîn.
Nûçe, Çalakî, Daxuyanî:
– Pirtûkên nû: Rengvedana dîroka kurdî di Helbestên Cegerxwîn de/ Nivîskar: Ibrahîm Ibrahîm.
– Beyana *YNRKS* dijî êrîşkirina Turkiya li ser xelkên me li Efrînê.
———————————————————
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’:
Boniye Cegerxwîn
Mizgîn Hesko
Hemîd Yûsif (Kasî)
Xorşîd Şûzî
– Hemû hejmarên ‘’Pênûsa Nû’’ hûn dikarin di malpera rojnameyê de bişopînin: www.penusanu.com
01.04.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…