Efrîn

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Hezaran zeytûn kok birîn
Dîsa jî şitil hêşîn bûn

Hezaran çinar ser birîn
Cardin çiqilan şax vedan

Hezaran bîr miçiqandin
Dîsa kaniyan bilqvedan

Hezaran rê û dirb birîn
Cardin şiverê peyda bûn

Hezaran gund wêran kirin
Dîsa tax û kuçe şên bûn

Hezaran kes zindan kirin
Cardin Mezlûman berxwedan

Hezaran Ker, Kulik kuştin
Dîsa Dewrêşan ser hildan

Hezaran kes winda kirin
Cardin ew zatan nemir man

Hezaran dûrewar kirin
Dîsa ser welêt da firyan

Hezar Koban wêran kirin
Cardin bajarin ava bûn

Hezar Efrîn dorpêç kirin
Dîsa kember bûn qetiyan

Hezaran topbaran kirin
Cardin çiyan serbilin bûn

Hezaran istêr rijandin
Dîsa roj bûn ku hilhatin…

Lewra ku hezaran sal in
Dara me rîşe berdaye
Binê axa bav û kalan

Lewra ku rîşeya kevnar
Maqûliya xwe wergirtye
Ji kaniyên Gilgamêşan

16/03/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…