Xatirxwastin ji Efrînê

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek ya Mem û Siyabend e
Ku li dû Zînê û Xecê
Bi tîra jan û hesretan
Kezeba wan tê hingaftin!
Malavayî ji Efrînê
Wek nêrgizên sêwiyan in
Ku landika dilgiran da
Bi hezar lava û daxwaz
Pey dê, bavan têne hîştin!

Xatirxwazî ji zeytûnan
Mîna poşiya giyan e
Ku li ser darên diriyan
Bi destê Zambiyên xwînrêj
Kaş bibe, ware daxistin!

Malavayî ji Efrînê
Wek birînkûran dimîne
Ku riman defa sîngê wan
Bi xedarî hingaftibin
Ser da derbe bên lêxistin!

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek wan dê, bavan dimîne
Ku merxa xortê desthine
Goristanê da biçînin
Û bi meraq bên derxistin!…

Gava  xatir ha dijwar e
Divê em pir hêvîdar bin
Bi destê şêr û şepalan
Dê azad bibe Qudsa wan
Hov ê jî bêne şikestin.

          19/03/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…