Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)
Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim
Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre wê yekser zanibe ku ev malika jorîn a şêxê helbesta kurdî (Melayê Cizîrî) ye, ku wek pehlewanekî li hespa helbestê yê boz siwar e û vê malika reben di qada şer de dide ber şûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî serê hespa kihêl her bi pêş ve berdaye bê ku li şûn xwe vegere û wek ku dixwaze hespê diçêrîne.
Peyvên Melê di vê malikê de mîna tavê biharê ji ber xwe û ji nişka ve guhdêr şil dike, di cî de dihêle ku mirov cil û bergê dawetê li xwe bike û zû, bi xar û lezgînî xwe berde nîvê dîlanê ta destê wa peyvên naz bigre û bi wan re semayê bike.
Malik erê bi herdu cemên xwe ve, ser reqsê ye, lê dixuye ku peyvên malikê bi xwe jî agehdarî vê ne, lewma gişan bi destê hev girtine û reqsek bêhempa dikin ta ku xwendiyar jî carna bê hemd radibe û tevlî wan peyv û cem û malikan dibe!
Melayê Cizîrî (1570-1640), bêguman xwediyê mihr û ciwaniyê ye, ew bi xwe mîna hosteyê Birca Belek e, helbestê ava dike, ku çilo wî endazyarî ew kevir her yek di cihê wî de daniye bê ku wan bibre, yan jî qet bike, yan jî bişkîne.
Melayê me jî xwediyê felsefeya xwedayî (Mela Ehmed kurê Mihemedê Botî yê Cizîrî) gotinên xwe mîna kevirên wî endazyarî, ne dibirîn, ne dişikandin, ne qet dikirin. Dizanîbû wan li kû deyne, lê carna (yarim) jî pêk dianîn di avakirinê de -nîv kevir- mîna peyva (tê) – di dawiya cemê paşîn ji malikê – ku ew bi xwe ji çar tîpan ava dibe (têde) vêce hostetiya Melê, eyn di vir de berz dibe, peyv nîvî jê avêtiye û wate pê re nehatiye şikestin, zêdetir wisa jî sipehî û xweştir kiriye.
Gotinên Melê di malikê de normal in, hêsan in, ne ecêb in, mîna (mela, sema, digo, dest, nadim…) lê ecêbûna wan di wê teşiyê de ye, ku wisa Melê, li ber bayê kenê dilberê li deşt û zozanan wan dirêse, lewma malik û cem tevlî mijgulên çavên (Selmayê) bi şêranê bi hev re hatine girêdan.
Tiştê balkêş di malikê de, ku Melê her peyveke xwe, dubare kiriye, ducar kiriye, eynê waye di her cemê de, lê cihê wan guhertiye lewma mirov – dîsa dibêjim- bê hemdî xwe pê re direqise..cemê pêşî: dest, reqs, melê û cemê paşî: dest, sema, melê.
Ji bo vê jî hêz û giranbûna malikê, ber bi çav dibe, wisa ji mîna bejna (Selwa sihêqed xemilî) herî balkêş dibe.
Nadim, ev peyv ji nîvê cemê paşî, Melê kişandiye dawiya cem, ew jî bêguman bo kêş û saziya helbestê bi tevayî wisa kiriye (ma eger ne ji bo şermenda rûyê wê be Afîtabê bi zewalê çi xered.)
Dawî em hest dikin ku Cizîrî xwediyê (Ruhniya çavê nebînan..Murşidê meczûb û dînan) helbest di destê xwe de kiriye wek hevrîşimê, binî dibe banî, paş tîne pêş, çep dike rast ew serbest e di vî warî de çimkî gotin di derheqê wî de disekinin, mane ew bi xwe bû yê ku pîrê diçû nanê xwe li ser lata wî dipijand!