Roja Ala Kurdistanê

Konê Reş

ALA KURDAN
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wî roj û tav,
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser,
Sor û gewr e kesk û zer.
Mîr Dr. Kamiran Bedirxan

  Hêjano! Îro 17/12/2018, (72) sal di ser bilindkirina Ala Kurdistanê re, li navtara Çar çira, derbas dibe. Ev Ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1919`an de rengên wê bijartiye. Di destpêka sala 1919`an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jê re divîbû, hingî, di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin û amade kirin (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê Kurdistana azad de bilind bikin.. Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, nedihat eşkerekirin û şerê wê bi tundî dihat kirin. Wê Alê jî, ji cihê xwe yê veşartî nedihşit ku neyarên wê têr razên.. û tevî vê rewşa xerab û aloz, vê Alê du sê carî asmanê Kurdistanê bi rengên xwe xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geş kiriye; cara pêşîn di serê adara 1919`an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin.  Cara duyem di sala 1929 – 1930`an, de bû, di van her du salan de jî, ev Al, ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Aararatê hatiye bilindkirin, cara sêyem di roja 22 /01 /1946`an de, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û qedexe bûye..
  Belê wek ku min got, cara çaran di roja 9/6/1999`an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin bibilindkirna Alê re. Û her wiha di roja 11.11.1999`an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be. Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzabiyê nemir.. Û her wiha di roja 17.12.2010`an de, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê xemilandiye û ji wê roja ve, Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17`ê meha 12 bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala Kurdistanê nas dikin..
Konê Reş/ Qamişlo 17/12/2018
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…