Çîroka Nivîskariya Şahîn Bekir Soreklî Bi Zimanê Kurdî

 Konê Reş

Di sala 1974`an de li Tertûsê çav bi xortekî ji Kobanî bi navê Mustafa
Henîfê
ketim, ew jî wek min di bin barê leşkeriya Sûriyê de bû. Di wê
xerîbetiyê de em bûn dost û heval û ta roja îro. Her yekî ji me çîroka xwe ji yê din re digot.. Min jê re digot ez ê
herim Almanya xwendinê, wî ji min re digot xalê min Şahîn Bekir ji çend salan ve çûye Almanya xwendinê.. Ji wê hingê
ve min navê mamoste Şahîn Bekir Soreklî bihîstiye.
Di serê sala 2008`an de li ser daxwaza Enstîtûya Kurdî û Wezareta
Kultûrê ya Flander (Beljîka), çûm Brukselê. Min beşdarî di projeyeke sê rojane
de bi navê (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature
in Brussels) de kir.. Şahîn Bekir Soreklî jî ji Sydney hatibû..
Me çend rojên xweş bi hev re
derbas kirin. Berî du rojan min ev herdû beşên çîroka nivîsandina wî bi zimanê
Kurdî dîtin û xwendin. Bi min xweş hat û bi min xweş e ku xwendevanên zimanê Kurdî
jî çîroka nivîsandina wî bixwînin.. Min jê xwest ku belav bikim.. Camêr
derstûra min da..
Fermo çîroka
nivîskariya mamoste Şahîn Bekir Soreklî bixwînin:
Besh 1: Nivîskariya min di salên 1970`an
de li Sydney dest pê kir. Yekemîn nivîsar û gotarên min bi zimanê înglizî bûn.
Dû re min çend berhemên bi E`rebî û Almanî jî nivîsandin. Dawiya salên 70`an
rojname, kovar û pirtûkine bi zimanê kurdî ji Ewropayê gihîştin min. Bi encama
xwendina wan û bandora edebiyata Almanî li min, dil xwast bi kurdî binivîsînim,
bi taybetî dema min çîrokên ligor asta demê û zimanên din di nav yên Kurmancî
de nedîtin, lê kêşeya li pêş ew bû ku me bi zimanê makî perwerde nedîtibû;
divabû xwe fêrî rêzimaniya Kurmancî bikim. Min çend berhemên gramera Kurmancî
ji dostan bi dest xistin, yak ji wan ji çend jimarên HAWARê pêk dihat,
ji hêja Hemreş Reşo li Almanya. Min xwe bi dirêjiya mehan, her ku fersend hebû,
da ber xwefêrkirina rêzimaniya Kurmancî û xwendina berhemên di dest de hebûn.
Zanibûna bi rêzimaniyên Înglizî, Almanî û E`rebî meraqa li rêzimaniya Kurmancî
û rastnivîsê li nik min zêdetir kir.
Berhemên
min

yên destpêkê helbest, gotar û kurteçîrok bûn. Ji berhemên çîrokî min di nav
hefteyên dawîn yên sal 2018 de beşên ji naveroka 39`an danîn ser malpera xwe ya
Fêsbûkê û van çîrokan evên li jêr bûn:
Mirina Xezalekê: 1981, Rojek ji
Jiyana Mistê kurê Salha Temo: 1982, Kombûna Pêxemberan: 1983, Kujtina Du
Mirovên Belengaz: 1983, Azadbûna M. K: 1984, Hindiyên Sor: 1984, Vegera malê:
1986, Namûsa Êmo 1986 – Kurteroman, Hîn Hebû Hêvî: 1987, Henry Armstrong Chû
Cengê: 1987, ÇIVÎK JI SER DARAN KETIN, Nedî û Danestan: 1988, Rêwiyê Mirî: 1988,
Karl Federmann: 1990, Payîz: 1992, Kujtina Rojê: 1993, Kûto: 1993, John Hyde:
1994, Firrîn: 1996, Pisîk jî Xewnan Dibînin: 1996, Xwekujtina Nameyekê: 1996, Afrîkayê
Ma Te Dît: 1997, Rojîn:
1999. Parsger: 1999, Xweziya Ne Mirov bûma: 1999, Şkeft: 2000, Stemkarî û
Hestên Tawanê: 2000, Mebesta Çîrokê: 2002, Bi Navê Xwedê: 2006, Profesor û
Rîhrengîn: 2007, Hosteyê Koşka Hilweşiyayî: 2008, Telefonkirineke Janafer: 2008,
Pîvaz : 2008, Xizanî: 2008, Xewnekê Bifroşe Min: 200?, Zarok û Dar: 2013, Pira
Hilweşiyaî: 2015, Ya Şamî û Rojên Demê: 2015, Kobanî û Kalê bi ber Leheya
Tofanê Ketî: 2016..
Hinek ji berhemên li jor hatinî binavkirin, heye ku wek kurteroman bihên
hesibandin. Ji van berheman pê ve hinekên wek raport yan pexşan hatine
nivîsandin hene, wek Nameyek ji Bavê min re, Pêlên bi Girr, Pîr û Kevok, Teyro,
Tenêmayîn… Pirraniya berhemên li jor di nav sê pirtûkan de hatine weşandin:
Pisîk jî Xewnan Dibînin (Lîs, Diyarbekir: 2004; Çîrokên Hejdeh Salan (Doz,
Stenbol: 2005); Nameyek ji Bavê Min Re (Weşanên Do, Stenbol: 2009).
Gellekî xembar im ku Kumancan
nerxekî mezin nedan hinekan ji kurteçîrokên li jor. Çiqa bi xwe bibêjim jî,
pirraniya berhemên min bi uslûb û zimanê xwe, her weha bi şêweya naveroka xwe,
ne wek berhemên nivîskarên din yên Kurmanc in. Hêvîdar im rojekê ji rojan
zanîngehên Kurmancan û beşên wêjeyê hebin û nerxekî baştir bidin naveroka wan
ya berheman. Wê demê dê piştrast bibe ku hinek ji berhemên min bi nerxê xwe yê
wêjeyî û metodên xwe ne kêmî berhemên nivîskarên navdar yên zimanên din in.
Besh 2: Berê haydariyê bikişînim ser wê
yekê ku berhemên lîsteya di Beş 1 de hatin binavkirin tenê kurtechîrok in.
Babetên din ji wêjeyê ne di wê lîsteyê de ne, ne jî kurteçîrokên min ji zimanên
din wergerandine Kurmancî.
Hinek ji ”kurteçîrokên” min dikaribûn bi hêsanî bû bûna roman, lê meraqa
min li nivîsandina romanê nebû, nebû çimkî bi dirêjiya salan dema min gellekî
bi sînor bû, ji ber karê min yê bi wezareta perwerdeyê re li Sydney û karên di
ber re, êvaran û rojên şemê; ji bilî beşdariya di çalakiyên siyasî yên piştgiriya
doza kurdî de, serdariya komeleyekê bi salan, xebatên folklorî, birêvebirina
bernameyên radyo … Min li rêya kar yan derengê şevan dinivîsand. Dîsa jî min
dikaribû du romanan bi serî bikim: WENDABÛN û VEGER. Rojekê ji rojan, heye ku
hinek tê bigihên çawa van her du romanan xwe bi şêweyeke kûr û berfireh e`leqedare
civata Kurdan, rewşa wan ya siyasî, civatî 
mijarine din dikin.
Van çend rêzên di Beş 1 û Beş 2 de hatin nivîsandin wek pêşgotinekê ne,
pêşgotineke ji bo helbestên min di nav nêzikî 40 salên çûnî de nivîsandine.
Pirraniya van helbestan xwe bi benê ez bi paşerehên min ve girê dida ve girê
didin. Di wan de pêlên jana ji Kurdbûna min, pêlên serbilindiya bi kurdbûnê û
kaniya şabûna bi kudayetiyê hene, lê di heman demê de şewata bi encama
nerazîbûna ji rewşê heye. Van helbestan girêdana min bi milletê min û bi welatê
ez lê ji day bû bûm re radigihînin, lê her weha hestên min derbarê jiyanê,
evînê û mirovahiyê de radigihînin. Di heman demê de rûbarên ji peyvên zimanekî
ne, zimanekî ku ligel dûrbûna bêtir ji 50 salan ji welêt jî ez ne tenê pê re
evîndar û wefadar mam, lê min ew ligor derfet û pêkaniya xwe pêş ve jî bir.
Ez
û Şahîn û Helîm li Bruksele
Ji bo domandina xizmeta ji zimanê kurdî re ez ê tevdêreke nû bi rêxim.
Ji destpêka sal 2019 û pê ve, ta ji dest hat, ez ê rojê helbestekê pêşkêşe
xwendevan û dostên bi meraq bikim. Ez ê ji sal 1979 dest pê bikim û ber bi dema
em tê de bihêm. Hêvîdar im ev yeka ji bo kesên bi meraq balkêş û ji bo dîrokê
sûdmend be, ne tenê ji aliyê helbestên kesekî ve, lê ji aliyê dîrokî û peoswya
nivîsandina bi Kurmancî ve jî. Mixabin hinek ji helbestên min dê di nav salan
de wenda bû bin, lê pirraniya wan hîn di dest de ne. Min ew bi pirranî çawa
hatibûn nivîsandin hîştine, lê hinek guhertinên zimanî yên bi sînor xistine nav
hinekan. Ji xwendevanên hêja tika (rica) dikim ku ligor dema nivîsandina
helbestê di naverokê de biponijin. Bi rê ve û di nav 30 salan de hem şêweya
zimanê min hat guhertin, hem zihniyeta min û hem baweriyên min. Ev grîng e. Weşandina
helbestên di nav nêzikî 40 salan de hatine nivîsandin ê bi xwe re qonaxên ji
hev cuda raber bikin, hem ji aliyê dîrokî ve, hem ji aliyê zimên ve û hem ji
aliyê guhertina zihniyetê ve.
Her helbestek ligor dema xwe xwedî nerxekî cuda ye û heye ku nivîskarê
îroj bi temenê xwe 70 sal derbas kiribin, nema bi naveroka hinekan ji wan bawer
be, lê dema nivîsandinê peyvên tê de bêguman ji nav bawerî û wûjdana wî
derketibûn. Bedewî û nerxê helbestan jî dê di her helbestê de ne wek hev bin,
lê dadmend bêguman xwendevan bi xwe ye. Spas dikim ji bo xwendevanên bi meraq.
Her şad û serkevtî bin. Bila Sala Nû ji bo we û yên we bi xweşiyê û şadiyê
dagirtî be.
Şahîn
Bekir Soreklî


Sydney 26/12/2018 


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…