Têror

Cankurd

Peyva (Têror) ji zimanê Latînî hatiye û bi wateya Tirsandinê ye (Berê Kurdan jê re „Saw“ digotin). Thomas Hobbes di (Leviathan) de bi firehî li ser mijara Têrorê radiweste û bi kar anîna wê wekî sizayekî rêbazî (Legal punishment) ji bo parastina mirovatiyê an zagonên civakê dibîne.
 
Li gor biryara UNO, jimare 1566, ku 8. Oktober 2004 derketî ye, hemî neteweyên endametiya wan di UNO de heye, pêwîste, xwe bi xwe û giş bi hev re li dij (Têrorê) derkevin, bi rêya sizayên giran jî li hember wan kesan, komikan û dewletan jî rawestin, ku têrorê bi kar tînin, ji çi reng û çi rewşê be, olî, ramanî, nijadî an bi awayekî dî be.
Karên têrorî ewin, ku bi kuştin, leşwûrankirin, an jî bi revandina mirovan û binzorkirina wan ji bo armancin xwe yên diravî an ramiyarî bi cîh bînin. Têrorkar jî ewe, yê ku bi sawkirinê „tirsandinê“ bizava xwe dike ji bo bi cîh anîna armancên xwe yên  diravî, aobrî, siyasî an olî.

Fîlosof û Nivîskarê mezin François-Marie Arouet, yê naskirî ye bi navê Voltaire (1694-1778) di sala 1769ê de gotibû, ku îşkencekirinan kuştina mirovan li meydanên vekirî, ji aliyê fermî ve, wekî pêkariyeke „aceteke“ têrorî ye.

Sala 1789ê, li Firansa, deselata padişahî, ya li wir hebû, ji aliyê şorişgêran ve, wekî deselateke têrorî hatibû nasdan.

Robespierre, ku navdartirîn şorişvanê wê demê ye, digot ku Têror ne karekî demokart e, hema ji bo parastina demokratiyê bi kar anîna têrorê, debanekî „sîlahekî“ pir giring e. Van gotinên Robespierre îro bûne duruşm û nîşan ji bo „Cenga li ser têrorê)

Pişt re, gava serî yê wî şorişvanî bi xwe (Robespierre) li Parisê, li meydaneke vekirî hatiye birrîn, ev kar wekî „Bi dawîkirina têrorê“ hatiye bi navkirin.
Em dibnin, ku her kesekî li gor ramanên xwe an ji bo bercewendiyên xwe, peyva „Têror“ bi kar anî ye, bêguman deselata padişahî ya Firansa jî di wê demê de şorişvan mîna „Têrorkar“ dîtine û ji gel xwestibûn, ku dij „Têrorê“ bixebite.                 
Di dema „Heşaşîn“ de, wan ziyaneke mezin gihandibûn dewleta Selahdînê Eyûbî, û gihan wê pileyê, ku li Ezazê, li bakurê Sûriyê, hêriş  ser Selahdîn jî kirin, bi armanca kuştina wî, û ne ji peyrewêd wî yên wêrek ba, ew diket ber şûr û xencerêd wan. Wan karêd têrorî dikirin û carina jî xwe didan kuştin bo kesekî, ku ji xwe re wekî neyar dibînin, bidine kuştin. Wilo Hesen Elsebbah tevgereke xûnî ya mezin û bi saw pêda kiribû, lê belê Selahdînê Kurdî ji wan zanatir bû, zanî bû ku ewana çeka „Ol – Dîn“ bi kar tînin, ji bo xapandina peyrewêd xwe, wekî tevgerêd Sofîtiyê baweriyeke korçav bi şeyx ê xwe di mejiyê mirîdan de pêda dikin, lew re Selahdîn xebateke mezin û fireh kir, ku wan têrorîstan bi rêya olzana û şeyx û melayên pak, di camiyan û dibistanan de rût û tazî bike û tenha bi wê yekê kanî bû teska Heşaşîn bişkîne.
Mixabin, ê me Kurdên ku siyasetê niha dikin, tew hemî oldaran wekî hev dibînin, hêrişa teviya olê „Dîn“ dikin, lê li ba wan çi cîgir dî ji olê re nînin, ewana ne dikanin baweiya bi olê ji ortê rakin, ne jî dikanin tiştekî ku tîbûna mirov ji bo baweriyê bidin ber gelê me. Ji xwe komonîzim paş 70 an 80 salî ji binî ve têkçû, û niha gelek zana F. I. Lenîn, wekî Têrorkarekî dibînin, ji ber ku malbata qeyserê Rûsî bi tevayî, çi mêr û jin û çi zarok, giş bi fermana wî şorişvanî hatibûn qirkirin. Ma „Têror“ çî ye?
‏02‏ آب‏، 2018     
facebook: gulakurdaxi                   kurdaxi@live.com                      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…