Nameyek ji Dayika Min Re

Konê Reş

(Dayê Cejna Qurbanê li te pîroz be)

  Di vê êvara cejna Qurbanê de nizanim çilo dilê dayika xwe ya bi kul û xem rehet bikim..?
  Dayê! Êdî bes gazinan ji qederê û nedîtina min bike?! Mirovan, serboriyên jiyanê û pirtûkan ez bi formeke din guhertime.
  Êdî ez nema ew Selmanê berê me. Ewê ku te jê re digot: Qurmiçiyo! Ev deh car ez ji te re dibêjim; wan berxan derxîne ser bênderan.. Wan mirîşkan ji devê derî biqewirîne.. Here nav rez çend goşî tirî ji me re bîne.. Ma te ders û dorên xwe ezber kirine? Careke din li wan vegere..

  Yadê! Bi şiyarbûna serê sibehê re fincanek qehew vedixwim, ji Tvyan li nûçeyên cîhanî û Kurdistanî temaşe dikim, li posta xwe mêze dikim û pêre çend çixareyan dikşînim.. Ji nû ve xwe pak û paqij dikim, qeretûna xwe dişkînim, bersiva telefonekê duduyan didim ez jî, bi dostekî du dostan re xeber didim.. Û bê soz, pêşwaziya kesekî nakim, ew çax û demê min nîne..
Na yadê na..! Dilê xwe megre, ne gunehê min e, gunehê te û bavê min e. Gunehê vî zimanê ku we di hinava min de çandiye.. Gunehê kul û xemên welatê bê nasname ye.. Gunehê hejar û feqîrên welatê min e.. Gunehê perwerdekirina we ye.. Gunehê şîretên we ye, gunehê wan mirovên ku min ew di vê pêvajoya jiyana xwe de di ser min re derbas bûne û gunehê pirtûka ye..
  Yadê! Êdî ez nema, di kelkela germa havînê û serma zivistanê de rojên xwe li ber dîwaran, di nav rezê me û peravên besta Zixur û Zorava de, di nêçîra çûkan de derbas dikim.. Her kêlîkek ji çax û demê min bi plan derbas dibe.. Ma ne xebîneta temenê mirov ku ne ji bo xweşî û pêşketina civaka wî derbas bibe?
Yadî! Hin bi hin, fikir û xeyalên min ji gundê min mezintir dibe..! Asoyê ramanên min konê xwe di ser tev gund û bajarên Kurdistan re vedigire! Dibe ku min ew qonaxa hezkirina malbatiyê û êlitiyê derbas kiribe..! Êdî nema giringe ji min re ku pesnê xwe bi gundê xwe an malbata xwe an eşîra xwe bidim.. Dihisim ku tev gund û bajarên Kurdistanê, wek gundê min li ber dilê min şêrîn in. Dihisim ku Qamişlo, Hewlêr, Amed, Silêmanî, Mehabad, Urmiye, Efrîn, Kobanî ji gundê min mezintirin, ew jî wek gundê min li ber dilê min şêrîn in.. Belê Yadê! Spasiya te, bavê xwe û tev gundiyên xwe dikim ku we hezkirina Kurdistanê di hinavê min de çandiye û êdî nema cudahiyê di navbera gundê xwe û gundên Badînan, Soran, Bişêriyê, Xerzan, Geliyê Qasimlo û Serhedan de dibînim.. Bi tenê hûn xwediyê qenciya bûn û perwerdekirina min in ku roja îro bi xêra we vê nivîsê dinivîsim..
  Erê yadê! Dost û hevalên min di her çar perçeyên Kurdistanê û sirgûnê de çêbûne û em bi hev re pêwendîdarin. Êdî ez nema karim dûrî Nêtê, malperên Întrenêtê, Facebookê û Twitterê kevim..
Globalîzma ku şax û paxê xwe di dinyayê de berdaye; ez di nav paskên xwe de winda kirime..!  
  Mêzeke yadê! Bê mirovan û pirtûkan çi aniye serê min! Hê jî tu gazinan ji nedîtina min dikî? Ma ne xebîneta temenê mirov ku bê encam derbas bibe.. Dayê Cejna Qurbanê li te pîroz be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…