Eger hûn navê xwediyê vî wêneyî nas dikin?

Konê Reş

Ew di sala 1883an de li Stenbolê çêbûye, di sala 1938an de li Parîsê koça dawî kiriye. Di salên cenga cîhanî a yekemîn de rojnameyek li Qahîre bi navê Kurdistan weşandiye. Di sala 1919/1920an de, bi hunera wî, bira û kurdperwerên kurd yên bi rûmet Şerîf Paşa wek nûnerê kurdan şandine kongreyê Sîverê..

Di sala 1923an de ji ber zora Kemalîstan di gel bavê xwe li Qahîre akincî bûye.
Di sala 1927an de kar û xebateke zor mezin di avakirina (Komela Xoybûnê) de kiriye û di ber de çûye Amerîka. Li Amerîka, bajarê Fîladelfiya şaxekî komela Xoybûnê di nav kurd û ermenên Amerîka de avakiriye.. Lê vegerê 15 rojan li Romayê bûye mêvanê Mosolînî.. Li Fîladelfiya pirtûkek bi navê (The Kase of Kurdistan Against Turkey), bi zimanê Îngiîzî weşandiye. Vê paşiyê Omer Wecdî Şêxê Rîwaqa Kurdan li zanîngeha Ezherê wergerandiye bo zimanê erebî di bin navê (Kêşeya Kurdî) de û di bin naznavê wî (Dr. Beleç Şêrgo) de.
Gelo we navê xwediyê vî wêneyî naskir an na?
Ji bo yên ku nas nekiribin dibêjim; ew mîr Sûreya Alî Bedirxan e. Birayê mezin yê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan e. Hem jî bi van navan hatiye naskirin: Ahmed Azîzî, Dr. Beleç Şêrgo, Ahmed Sûreya Bedirxan.
 Û hûn bi xêr û ez bi selamet.

Konê Reş, Qamişlo, 29.07.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…