2rûtiya navdewletî sûcdar e


Qado Şêrîn  

 

Piştî kêr giha hestî,
zikêşên demuqratî û mafê mirovan serî hildan.

Hemû welatên li der û
dora Sûriyê, ne tenê Israîl, dixwazin Sûriyê lawaz be, eger ne wiha ba, wê
xwedî li êş û azarên gelê Sûrî derketina.

Sê sal in, welatên der
û dor, Europa û Emerîka jî li bende bûn ku hemû terrorist, ji hemû welatan li
Sûrî kom bibin. Daxwaza Tirkiye jî ew bû ku gerîlayên pkk ji bakur û Qendîlê
dakevin û biçin li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bi cih bibin, belkû wê wextê êrîş
bê kirin. Me berê wiha gotibû, û waye wiha li ser xakê diqewime.

Şermek mezin e Daiş du
welatan dagîr bike, şerme ewqase sivîlan bikuje, û di dûv re Emerîka û Europa li
dij derkevin.(piştî tirrê, kezî kurê), (piştî baranê, ser ga cil kir).

Piştî çar salan ji kuştina
rojane bi bermîlên rêjîmê yên teqîner, şek têde nîne ku Emerîka û Europa naxwazin
rêjîma Beşar birûxînin.

Ta rêjîma Beşar neyê
rûxandin, wê terror neyê tune kirin. Du sedemên tije dadmend hene ku rêjîm bê
rûxandin, alîkariya rêjîmê bi Daiş re, û kuştina sivîlan bi bermîlên mirinê û
çekên kîmawî.

Hin caran şek bi mirov
re peyda dibe ku Emerîka û Europa ne li dijî terorê ne, ew şek ne ji xwe ve hatiye.
Eger mirov li serkeftinên Daişê temaşe bike, û çilo rojane li pêş çavên Emerîka
û Europa bi pêş ve diçe. Nimûne; ketin û pêşveçûna Daiş di ser Kobanî de, şeka
mirov mezintir dike.

Mafê mirovan û
demuqratî jî bihane ne ji bo rûspîkirin û bêtir parastina berjewendiyên
welatan.  Daiş li dijî demuqratî û mafê
mirovan e, çimkî kî ne pêre be serî tê jêkirin, û mafên mirovan bi hovane tê
binpê kirin.

Eger Emerîka û Europa
rast dixwazin rêjîma Beşar birûxînin, ewê di 24 katjimêran de dawiyê lê bînin,
lê hîn Israîl lempeya kest vênexistiye.

Wiha diyar e ku wê
aramî qet neyê Rojhilata Navîn, jixwe ne di berjewendiya welatên mezin deye, taku
hemû pirsgirêkên herêmê yên dîrokî neyên çareser kirin, wek mînak pirsgirêka
gelê kurd û hemû pêkhatiyên din.

Li gor berjewendiyên
dagîrkeran û peymanên dîrokî herêm perçe-werçe bûye, û taku her kes negihê mafê
xwe wê herêm tije şer û kuştin be. Wiha diyar e ku rêjîmên herêmê jî sûdê ji
rewşa heyî digrin, û kilîta çareseriyan ne di destê wan de ye, bêtir di destê
welatên mezin deye, û ew jî sûdê ji wan pirsgirêkan digrin.

Ya ku mirov matmayî
dihêle ew e ku, kurd ji nav hemû pêkhatiyên Rojhilata Navîn şerê Daiş dikin,
kurd bi tenê li ser xakê şer dikin û Hevpeymaniya Navdewletî li asmanan şer
dike. Çimkî kurd bê dewlet in.

Sedbare, taku gelên
herêmê bê biryar bin, desthilata xwe azad nebijêrin, wê herêm tije Daiş be.

06/10/2014

http://www.qadoserin.com/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…